DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin 2025-07-16 11:35:16   NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partiyê, êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li dijî Durzan şermezar kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrişa hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li Siwêdayê li dijî Durzan daxuyanî da.    Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Êrişên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya HTŞ’ê ve hatiye avakirin, li Siwêdayê li dijî civaka Durzan ber bi komkujiyê ve diçe.”    Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Mîlîtanên HTŞ’ê yên ku ketine bajarê Siwêdayê êrişê civaka Durzan û baweriya Durzan dikin û derketiye holê ku ev êriş hewldana komkujiyekî ye. Li gorî nûçeyan hêzên parastina cewherî ya Durzan ji Siwêdayê vekişayane û ev yek gefa komkujiyê li dijî civaka Durzan zêde dike. HTŞ, wek qetlîama li dijî Elewiyan vê carê li dijî civaka Durzan pêk tîne û ev qetlîam dê Sûriyeyê û herêmê bixe nava taritiyê.   Polîtîkayên tekparêz ên ku ji hêla HTŞ’ê ve li ser nasname, gel û baweriyên cihê têne ferzkirin, derbeyek mezin li xewna pêşerojek demokratîk a Sûriyeyê didin. Ev yek  Sûriyeyê dixin nav pevçûn û aloziyên bêdawî. Li gorî van rastiyan, aşkera ye ku HTŞ xwe nagihîne rastiya pir nasnameyî ya Sûriyeyê, berevajî vê, ew wek DAIŞ’ê hewl dide ku rejîmek tekparêz a rêxistinkirî ya dewletê ava bike. Diyar e ku HTŞ, bi pêşengiya xwe ve, hewl dide ku zilma bi dehan salan gelê Sûriyeyê di bin rejîmek tekparêz de kişandiye, bidomîne.   Em bang li hemû rêveberiyên berpirsiyarê rewşa siyasî ya heyî ya Sûriyeyê dikin ku li dijî HTŞ'ê helwesteke birêgez nîşan bidin û komkujiyan rawestînin. Em careke din bal dikşînin ku pêşeroja aştiyane ya Sûriyeyê û aştiya Rojhilata Navîn ne bi ferzkirnên rejîmeke tekparêz,  bi avakirina welatekî û herêmeke demokratîk ve pêk tê.”