Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin 2025-07-16 12:21:23 MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê û Ma Music, “kargeha zarokan” lidarxist, zarokan di çalakiyê de kêf kirin. Bi piştgiriya Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînî û bi hevkariya Ma Music û Organîzasyon a Sanatça, çalakiya “kargeha zarokan” hate lidarxistin. Çalakiya ku li qada Rêya Azadiyê ya Hatîp Kapçak hate lidarxistin, tevî Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr, gelek zarok beşdar bûn.    Zarokên ku berê kargehê, bi stran û deflêdana koma Ma Musicê ve hatin qadê kêliyên bicoş û kêf jiyan. Piştre, zarokan bi firçeyan ve cihana xwe ya xeyalî li ser qumaşê spî sêwirandin. Piştî xebata rengîn, hunermendên Ma Musicê perwerdehiyek kurt a muzîkê dan zarokan.   Bi hev re stranên Kurdî gotin û lîstik lîstin, di heman demê de danasînên çandî jî di çalakiyê de çêbû. Zarok bi rêya wêneyên hunermendên Kurd ên li seranserê qadê hatibûn daliqandin, li ser nasnameya her hunermendekî agahdar bûn. Strana herî navdar a her hunermendekî bi kurtasî hate stirîn. Herwiha pirtûkek repertuwara stranên zarokan a Kurdî ku ji aliyê Ma Musicê ve hatibû amadekirin, diyarî hemû zarokên beşdarî çalakiyê bûbûn, hate kirin.