Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e 2025-07-18 10:22:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Seroka Komeleya Şêwandina Pêşerojê Ozlem Bîlgî, got: "Parastina mafên zarokan berpirsiyariyeke civakî ye."  Komleya Şêwandina Pêşerojê, li Tirkiyeyê û li Kurdistanê  saziyeke civakî ye ku di warê mafên zarokan, îstismar, zewaca di temenê biçûktiyê de dixebite û hewl dide da ku hestiyariya civakî çêbike û çareser bike.      Serokê Komeleyê Ozlem Bîlgî, xebatên komeleyê û pirsgirêkên kur û bi rû dimînên nirxand. Komeleyê, piştî erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê, li Semsûr û Hatayê ji bo zarokan kargehên psîko-sosyal li dar xist.   Ozlem Bîlgînê destnîşan kir ku armanca van xebatan, bi rêya lîstik û hunerê ve xilaskirina zarokan ji travmayê wan e û got: “Me armanc kir ku zarok karibin ji nû ve têkiliyê bi derûdora xwe re çêbikin û fêrî îfadeya hestên xwer bibin û di qadên bi ewle de pêş bikevin. Di vê pêvajoyê de malbatan bêtir hestên zarokan fêm kir.”   PERWERDE ARMANCA SEREKE YE   Ozlem Bîlgî, diyar kir ku li dijî istismara zayendî, tundî û zewaca di temenê biçûktiyê de têdikoşin û wiha wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de nexasim me hewl da ku em xebatên tevdîrê bikin. Armanca me ne tenê midaxile ye, perwerdekirina malbata û zarokan e da ku ev binpêkirin neqewimin. Em di perwerdeyên xwe de mafên wan û yên hevalên wan jî fêrî wan dikin. Di heman demê de me di pêvajoyê hiqûqî de bi parêzeran re hevkarî kir.”    FIKARÊN PIŞTÎ ERDEHEJÊ   Ozlem Bîlgînê, têkildarî îdiayên windabûna zarokan û xetereya îstismarê ya piştî erdhejê diyar kir ku gelek tiştên wiha bihîstine lê daneyên şênber kêm in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek malbatan, rave kirin ku di nexweşxaneyan de hinek kesan xwestina li zarokên wan bibin xwedî. Lêbelê li ber destên me daneyên fermî yên ku vê îdiayê piştrast bike nîne. Ji ber vê yekê şopandina daneyan bi awayeke ewle û sistematik pêwîst e. Bi vî şewazî fikarên raya cemawerî tên zelalkirin.”   ‘ME JI BO AMEDÊ BERNAMEYEKE NÛ AMADE KIR’   Ozelem Bîlgî, rave kir ku têkoşîna mafên zarokan ne tenê berpirsiyariya dewletê an saziyên civakî ne û divê hemû civak vê berpirisyariyê li xwe bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê her zarokakî heye ku li cihekî bi ewle, adil û bi hezkirinê bijî. Erka civakê ew e ku jiyaneke ji îstîsmarê dûr ji zarokan re dabîn bikin. Bêdengî, şîriktiya tundiyê ye. Li Amedê piştî civîna me bi şaredariyê re, me li dijî îstismara zarokan bernemeyeke perwerdeyê amade kir.”   MA / Remzî Coşkun