Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe 2025-07-19 10:50:37   WAN - Ji ber qeyrana aborî buhayê zêr zêde dibe û ev jî bû sedem ku mirov berê xwe bidin îmîtasyonê ango teqlîdê. Zêrînger diyar dikin ku di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêr bûha bûye, di heman demê de firoşkarên teqlîdê radigihînin ku ev faîz di nava du salên dawî de zêde bûye.    Bi destpêkirina demsala dawetê re, niştecihên Wanê ku ji ber krîza aboriyê nekarîn zêr bikirin, berê xwe dan teqlîdê. Dema ku hejmara firoşkarên teqlîdker ên li bajêr zêde dibe, zêrînger di tengasiyê re rû bi rû ne. Firoşyarên ku tiştên teqlîddiyê difiroşin refikên xwe bi tiştên cuda tijî dikin, zêrînger gazinan dikin ku di rewşa nîşandanê de kêm berheman dihêlin û nikarin firotinê bikin.   ELEQEYA JI BO TEQLÎDÊ   Zêrînger Veysî Kahvecîoglû diyar kir ku bi hatina havînê re demsala zewacê dest pê dike û zêdebûna buhayê zêran bandorek neyînî li ser malbatên ku plansaziya dawetan dikin kiriye. Kahvecîoglû da xuyakirin ku sedema zêdebûna buhayê rewşa nebaş a aboriyê ye û got, "Krîza aboriyê hêza kirînê jî kêm kiriye. Di demên berê de, tevî kemberên zêr, em dikarin her cure zêran bifiroşin. Niha, tenê yên ku rewşa wan a madî baş e, dikarin tiştên zêrîn bikirin. Yên ku baş nakirin an zêr kirê dikin an jî berê xwe didin teqlîdê."   JI SEDÎ SED ZEM   Zêrînger Yunus Boytok ê ku diyar kir ku mucewherên teqlîtê bûye sektor, bal kişand ku ji ber bilindbûna buhayê zêr mirovan berê xwe dane teqlîdê û wiha axivî: "Daxwaza kirîna tiştên teqlîdê zêde bûye. Yên ku amûrên wan ên malî hene zêran dikirin. Mesela, yên zêr ji me dikirin zincîrên teqlîdê dikirin. Buhayê zêr di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêde bûye. Beriya niha bi çar salan gramek zêr 400 TL bû, niha jî 4 hezar û 300 TL ye. Zêdebûnek bi deh qatî heye."   Boytok anî ziman ku ji ber şer û pêşketinên li cîhanê buhayê zêran bilind bûye û wiha got: "Hêvîdarim wê rojên bedew, bê şer bên. Heke ev bibe, bihayên zêr jî dê stabîl bibin. Em naxwazin buhayê zêr an bilind bibe. Bilindbûna zêran ji bo me jî pirsgirêkek mezin e. Ji ber ku her ku buha zêde dibin, krîzên bazarê jî zêde dibin. Îstîkrara buhayên zêr bi aştiya cîhanê ve girêdayî ye. Dema aştiya cîhanê hebe, aramiya mirovan ji nû ve tê sererastkirin û buha wê stabîl bibin."   Mucewherê teqlîdê Abdûrrahîm Kûrt da zanîn ku ji ber krîza aboriyê mirov ji bo teqlîdê tercîh dikin û wiha got: "Sedema zêdebûna eleqeya li zêrên me ew e ku mirov nema dikarin zêrên rastî bidest bixin. Xemla me tenê xeml e û ti qîmeta wê nîne. Em ji van zêrên sexte re dibêjin. Bi giştî malbatên ku amûrên wan ên madî nîn in ew in ku wan dikirin."   Azat Kaya diyar kir ku di nava du salên dawî de daxwaza teqlîdê zêde bûye û got, "Ji ber zêdebûna zêde ya buhayê zêr, mirov neçar dimînin zêrên teqlît bikirin. Ji ber ku teqlîd bêhtir populer dibe, hilberîn jî zêde dibe."