Altan Öymen jiyana xwe ji dest da 2025-07-19 15:57:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê berê yê CHP'ê, rojnameger û nivîskar Altan Oymen jiyana xwe ji dest da.    Serokê berê yê CHP'ê Altan Oymen di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiya zatureyê demekê li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Stenbolê tedawî dîtibû û ji ber ku bi lez û bez enfeksiyon bi pêş ket, 3 rojan di lênerîna giran de mabû.