Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn 2025-07-20 16:59:23   AGIRÎ – Şîna ku ji bo endamên YJA-Star Ferîde Çesen û Gulcan Gozeten hate danîn bi awayeke girseyî hate ziyaretkirin.   Li gundê Îneg ê girêdayî navçeya Bazîd a Agirî, ji bo endamên YJA-Star Ferîde Çesen (Zenda Avesta) û Gulcan Gozeten (Lorîn Gelawêj) ên ku sala 2028’an li Herêma Kurdistan a Federe jiyana xwe ji dest dabûn, şîn hate danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), bi awayeke girseyî şîn hate ziyaretkirin. Gelek siyasetmedar û kesên ji saziyen civakî şîn ziyaretkirin. Girseya ku li gund civiyan, dirûşma “Bijî Serok Apo” berzkirin û heta cihê şînê meşiyan.   Li ser navê MEBYA-DER’ê Bûrhan Kartal, ev tişt got: “Ger têkoşîna şehîdên me, a hevalên me yên di zindanan û nexasim a Rêber Apo (Abdullah Ocalan) nebûya, îro kesê hebûna Kurdan jî dê nîqaş nekirana. Di vê qonaxê de hebûna Kurdan hate qebûlkirin. Çûn cem Rêberê Gelê Kurd û pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev pir girîng e divê em xwedî lê derkevin.”