Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin 2025-08-02 14:10:25   STENBOL – Dayikên Şemiyê, ji bo Murat Aslan ê ku ji aliyê kesên xwe wek polîs dabûn naskirin ve hatibû revandin û pişt re hestiyên wî hatibû dîtin, daxwaza edaletê kirin.   Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran, her hefteyê li Qada Galatasarayê kom dibin. Dayikan çalakiya xwe ya 1062’an lidar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên windayan û qurnefîl hatin hildan.    Di çalakiyê de aqûbeta Murat Aslan (25) hate pirsîn ku 10’ê Hezîrana 1994’an li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve bi Torosa Spî hate revandin.   JÎTEMÊ KUŞTINA WÎ ÎTIRAF KIR   Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Sebla Arcan çîroka Murat Aslan xwen û ev tişt got: “Hemû serlêdanên malbata Murat Aslan ê ku bi Torosa Spî hate revandin, bê encam man. Binçavkirina ku hate înkarkirin, piştÎ 10 salan endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di îtirafên xwe de qebûl kir. Qqûbeta Murat Aslan derkete holê; Fermandariya JÎTEM’ê ya Silopiyayê, li Murat Aslan îşkence kiriye û piştre biriye çoltera Licê kuştiye û veşartiye. Di 19’ê Nîsana 2004’an de kolanên ku piştî îtirafên Aygan hate kirin, Saziya Tîba Edlî (ATK), hestiyên Murat Aslan dît. Malbatê têkildarî 30 rayedarên Rewşa Awarte (OHAL) û cendirme lêpirsîna sûc kir. Kesên ku Murat winda kirin hêj nehatine darizandin.”    Xûşka Murat Aslan Fatma Aslan, diyar kir ku dê têkoşîna edaletê bidomînin û got: “Hêj ku diya min dijî, ez dixwazin edalet pêk bê.”   Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.