Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e 2025-09-18 10:56:20 WAN - Welatiyên tev li meşa “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” a li Wanê bûn, gotin: “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.”    Platforma Saziyên Demokratîk, duh li Amed, Mêrsîn û Wanê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşên girseyî li dar xist. Bi deh hezaran kesên tev li meşan bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û xwestin biryara “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin. Jinên li Wanê tev li meşê bûn, diyar kirin ku divê her kes piştgiriyê bide hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê, azadiya wî ya fîzîkî û civakîkirina aştiyê.    Muzeyyen Butun, diyar kir ku aştiya herî xerab jî ji şerê herî baş çêtir e û got: “Ji bo aştiyeke mayinde, divê biryara mafê hêviyê were cîbicîkirin. Êdî her kes aştiyê dixwaze. Banga Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê firsendeke mezin e. Di serî de rayedarên hikûmetê, divê hemû siyasetmedarên welat xwedî li pêvajoyê derkevin. Dibe ku êdî bang û pêvajoyeke wiha êdî nebin. Divê kesek vê firsendê ji dest nede. Heke hikûmet jî mîna Ocalan bi cisaret tevbigere, lez bide pêvajoyê û gavên şênber biavêje, dê aştiya tê xwestin were vî welatî. Hêviya me tevan ev e.”    'BILA ÊDÎ XWÎN NERIJE’   Muhlîse Dogruer jî got ku divê êdî aştiyeke mayinde were welat û wiha dom kir: “Em naxwazin êdî li ser vê xakê xwîn birije. Em dayik bi sala ye dibêjin aştî. Bila êdî aştiyeke rast çêbibe.”    'DIVÊ PERWERDE BI ZIMANÊ DAYIKÊ BE’   Kamîle Yalçin jî anî ziman ku dixwazin zarokên Kurd bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin û got: “Niha tekane tişta em dixwazin, azadiya Abdullah Ocalan, çêbûna aştiyê û perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Em dixwazin li ser xaka xwe bi ziman û çanda xwe bijîn. Ev 40 sal in xwîn dirije, ma ne bes e? Bila êdî guh bidin gelê Kurd û em aştiyeke mayinde dixwazin.”    'ME DAYIKAN GELEK ÊŞ KIŞAND’   Azîze Çakirê jî bi lêv kir ku dayikan gelek êş kişandine û ev tişt anî ziman: “Kurd, Tirk, Çerkes, Laz û hemû gelên li ser vê xakê dijîn bila êdî bi aştiyane û bi aram bijîn. Me dayikan salên dirêj gelek êş kişand û dilê me şewitî. Bila êdî aştî were.”    Abdullah Ozer jî xwest hikûmet gavên şênber biavêje û got: “Tekane tişta ku dê bi xwe re aştiyê bîne, azadiya Abdullah Ocalan e. Hikûmetê tu gavên şênber neavêtiye û divê tavilê biavêje. Em Kurd aştiyê dixwazin.”    'AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDAN E’    Osman Sevînç jî got divê siyaseta Tirkiyeyê bersivê bide vê bangê û axaftina xwe wiha qedand: “Divê komîsyon bêalî tevbigere, li hemû aliyan guhdarî bike, mafê hêviyê yê Ocalan nas bike, divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Azadiya Ocalan, azadiya gelê Kurd e.”    MA / Ozlem Yacan - Bîlal Babat