Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin 2025-10-10 10:50:26   WAN – Rêvebira Komeleya Jin a Starê Meryema Aslanê têkildarî kampanyaya “Ji bo jiyan û jiyînê birêxistin dibin” ya ku li Wanê hatiye destpêkirin, got: “Em ji bo bibin deng û henaseya jinan têdikoşin.”   Li Wanê saziyên rêxistina civakî û rêxistinên jinan ji bo parastina mafê jinan û mirina jinan a biguman bê zelalkirin di 15’ê Îlonê de kampanyayek bi dirûşma “Em ji bo jiyan û jiyînê birêxistin dibin” dan destpêkirin. Xebatên kampanyaya ku dê 3 mehan bidome dê ji aliyê Tevgera Jinên Azas (TJA), Komleya Jin a Starê, Komeleya Mafê Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafê Mirovan a Medyayê (ÎHAMED), Komîsyona Koç û Mafê Mirovan a Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Meclisa Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Wanê, Kooperatîfa Jinan a Evînê, Yekitiya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB), Komîsyona Jinan a Endezyarên Çandiniyê, Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) ve bê rêvebirin.    Em bi rêvebera Komeleya Jinên Stêrk Meryema Aslanê re li ser xebatên ku li bajêr têne kirin, ku mirinên gumanbar ên jinan di demên dawî de zêde bûne û têkilarî serdema pêş axivîn.   KAMPANYAYÊ HETA 25’Ê MIJDARÊ BIDOME   Meryema Aslanê diyar kir ku kampanyaya ku 11 saziyên bajêr beşdar bûne, dê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Jinan berdewam bike û got: “Li Wanê 4 jin di nava hefteyekî de bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dan û hêj tedawiya du jinên hevalên me li nexweşxaneyê didome. Me ji bo avakirina xeteke têkoşîna mayînde xebat da destpêkirin. Dosyaya Rojîn Kabîşê hêj di rojevê de ye, nehatiye ronîkirin. Me xebata kampanyayê ya du hefityan diyarî Rojînê kir.  Her mirina biguman a jinan bi navê "xwekuştin" an jî bi îdîaya "nebûna delîlan" tê nixumandin. Bêcezatî bi gelek hincetan bi awayeke sîstematîk didome.”   Meryema Aslanê diyar kir ku wek rêxistinên jinan li dijî hijmendiya civakê ya hatiye avakirin têdikoşin û ev tişt got: "Polîtîkaya bêcezatiyê ji ber gelek sedeman dibe sistematik xebata me ya yekem li ser doza Rojîn Kabaîşê bû. Paşê, me li navçeyên Ebex  û Qelqelî  bi jinan re civîn li dar xist. Me li van her du navçeyan dest bi xebata xwe kir lewre li her du navçeyan kuştina jinan û tundî zêde ne."   ‘JIN BI HEV RE BIHÊZ IN’   Meryema Aslanê, destnîşan kir ku kampanya piştgiriya tenduristî, hiqûqî, psîkolojîk û perwerdehî jî di nava xwe dihewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê di qadê de çalaktir bin. Em li vir in da jin bi hêsanî bigihîjin mekanîzmayên hiqûqî û Qanûna 6284'an bidin nasîn. Herwiha em ê bi hevkarên sendîkaya tenduristiyê re li deverên ku lênihêrîna tenduristiyê têrê nake, xebatên tenduristiyê bikin. Banga me ji jinan re ew e ku beşdarî panel û kargehên me bibin da ku em bi hev re pêşve biçin. Em ê di çarçoveya vê hewildanê de beşdarî meş û xwepêşandanên kolanan jî bibin. Beşdarbûna wan me xurt dike. Ji ber ku jin bi hev re bihêz in. Bi hev re, em dikarin di vê têkoşînê de mafên xwe biparêzin. Dane û rapor bi zelalî nîşanî me didin ku jin her roj bi şer re rû bi rû dimînin. Li herêma Wanê polîtîkayên şerê taybet lê pir belav in. Ji ber ku hişmendiya desthilatdariya mêr bi polîtîkayên girtin, kuştin û zexta li ser jinan ve li ser piya dimîne.  Em hewl didin ku nîşan bidin jin ne bi tenê û bêçare ne. Em ê rêberiya jinan bikin, rave bikin ku hemî kanal hene û em bi hev re bihêz in. Em ji bo ku bibin deng û henaseyek ji bo jinan têdikoşin. Di serlêdanên ku em werdigirin de, me dît ku agahiya jinan ji xebata mekanîzmayên heyî nîn e”.   JI BO JINAN BANG   Meryema Aslan, destnîşan kir ku jin  mafên xwe yên herî bingehîn jî nizanin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em her roj bi kuştina jinan re rû bi rû dimînin. Em êdî naxwazin li ber Saziyên Tiba Edlî bisekinin. Li pişt mirina her jinê rewşek 'gumanbar' heye. Dema ku em li xwekuştina jinekê dinêrin, em  ji nû ve vedigerin zincîra bûyeran. Ev banga me ji bo jinan û her kesî ye: Em dixwazin bibin dengê jinên ku nayên bihîstin û em wan vedixwînin ku tevli kampanyaya me bibin."   MA / Ozlem Yacan