Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin 2025-10-10 11:30:50 AMED - Welatiyên Pasûrê bertek nîşanî wêrankirina xwezayê dan û diyar kirin ku mîna salên 1990'î neçarî koçberiyê tên hiştin û banga piştgiriyê kirin   Li navçeya Pasûr a Amedê ji ber mayîn, birîna daran û santralên hîdroelektrîkê (HES) xweza tê wêrankirin. Welatiyan bertek nîşanî wêrankirina çemê Sarimê, zozanên Hesendînê, Çixsê, Kasor, çemê Zorê, Eskar û Beyrokê dan û diyar kirin ku sermayedaran li hemberî xwezayê şer dane destpêkirin û divê li hemberê talankirina xwezayê têkoşîneke rêxistinî were meşandin.    Yek ji berxwedêrên Zozana Hesendînê Gabar Baran diyar kir ku ziyanên li gundan roj bi roj zêde dibin û wiha got: "Em ê ti carî nehêlin ax û xwezaya me bê talankirin. Divê em li dijî talana xwezayê li cihên weke Gabar, Cûdî, Zorê, Hesendîn, Birqleyn û gelek cihên din bi hev re tevbigerin û berxwedana xwe xurt bikin. Parastina xwezayê mijareke rûmetê ye. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşîna bi rûmet."   BÎR TÊ TUNEKIRIN     Aktîvîstê ekolojiyê Îlyas Guneş diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê yên di salên 1990'an de bi şewitandina gundan dimeşandin, niha bi talankirina xwezayê tê domandin û wiha got: "Li Geliyê Godernê, Zorê, çemê Sarimê, Dorşîn, Hesendîn û gelek cihên din talan û wêran didome. Di salên 1990'î de li navend û gundên Pasûrê siyaseta koçberiyê hate ferzkirin. Niha, heman polîtîka bi wêrankirina hawirdorê tê meşandin. Gundan bi vî awayî vala dikin. Hewl tê dayîn ku bîranîna gelekî were jêbirin. Gelekî ku bîra wî jê hatiye jêbirin nikare bibe xwedî pêşerojek.0 Ji ber vê yekê em ê pêşeroja xwe biparêzin."   BANGA PIŞTGIRIYÊ      Kudret Guzel diyar kir ku tiştê ku jiyana mirovan didomîne xweza ye û ew ê destûrê nedin talankirinê. Guzel da zanîn ku bedewiyên xwezayî yên navçeyê radestî sermayedaran tên kirin û bang li partiyên siyasî û rêxistinên ekolojîk kir ku têkoşînê xurt bikin.    Adalet Enes jî anî ziman ku kesên çavên xwe li malên xwe danîn niha li zozanên xwe jî dikin hedef û hişyarî da ku bi windabûna Hesendîn re wê avê yê navçeyê zirarek mezin bibîne.  Enes bal kişand ser çavbirçîtiyê qadên jiyanê xera dike û diyar kir ku weke jin wê li dijî wê bisekinin.   VEGUHERÎ NAVÇEYA PENÇEŞÊRÊ     Nedîm Emre diyar kir ku piraniya jiyana xwe li navçeyê derbas kiriye û wiha got: "Dema 10 sal berê li ser Çemê Pasûrê santrala hîdroelektrîkê (HES) hate avakirin endezyar hişyarî dan ku xweza wê wêran bibe. Demên berê li navçeyê bûyerên penceşêrê tune bûn. Lêbelê, ji ber ku ev zirara hawîrdorê çêbû, hema hema her malbatek nexweşiya penceşêrê heye. Berê me kêm caran nexweşxaneyê didît, niha em jê dernakevin. Her wiha, dar bi giranî zirar dibînin. Bav û kalên me bi sedsalên xwe zozanên Hesendînê bi kar anîn. Hesendîn tê wateya avê. Eger hûn zirarê bidin vê derê, hûn ê bi hezaran mirovan neçar bikin ku koçber bibin. Li Şîrnasê hezar darên min ên gûzê hene. Berê 600.000 TL dahatû hebû. Niha hema hema hemî hişk bûne."   XWEZAYÊ PÊŞKEŞÎ SERMAYEDARAN DIKIN     Sohbet Yuce diyar kir ku li dijî herêmên xwezayî û çavkaniyên avê yên gel polîtîkaya talan tê meşandin û diyar kir ku dîroka berxwedanê ya navçeyê girîng e û li dijî wê li ber xwe didin     Nazime Şeker bal kişand ser ku şêniyên navçeyê ji bo berjewendiya çend kapîtalîstan tên qurbankirin û got, "Wan ji daristan, zozan, çem, dar, kulîlk û heywanan tiştek nehiştiye. Hemû radestî kapîtalîstan kirine. Ji ber ku yek an du kes dewlemend dibin, bi deh hezaran mirov êş dikişînin. Cihên jiyanê têne wêrankirin. Bes e."     Hamza Îpek diyar kir ku hilweşandina zozanên wan wê ji bo wan were wateya 'mirinê'. Sûfî Yiğit diyar kir ku hilweşandina Hesendîn a ku ji bo heft gundan cihê jiyanê ye tê wateya ku wê bi hezaran mirov koçber bimînin û dê destûrê nedin talankirina xwezayê.     MA / Fethî Balaman