ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN 2025-10-11 09:00:14   * Nûnerên pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo mîtînga ku dê li Êlihê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.   * Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif, qala Hevrîn Xelef a ku berî 6 salan ji aliyê komên paramîltîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû qetilkirin kir û got: “Heta kujerên hevrêya me Hevrînê neyên darizandin dê li Sûriyeyê edaletê kêm bimîne. Em ê tola hevrêya xwe Hevrînê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve hilînin.”   * Eskîşehir ku berê bi madenên zêr ên bisiyanûr di rojevê de bû, niha ji ber "elementên erdê yên kêmpeyda" dîsa bi gefan re rû bi rû ye.   * Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, dê Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê li otêlekê li Mêrdînê li dar bixe.   * Tora Mafên Mirovan a Amedê, bi munasebeta Roja Zarokên Keçîn ên Cihanê, dê li Sumerparkê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo Mehmet Uzun bernameya bibîranînê li dar bixe. (11.00-18.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Amed, Êlih û Colemêrgê dê bi dirûşma “Bila winda bên dîtîn, kiryar bên darizandin” bi xizmên winda re daxuyaniyê li dar bixin. (12.00-14.00)   * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin dê çalakiya xwe ya 1067’ân li Qada Galatasaray li dar bixin. (12.00)    * ÎHD’ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê ji bo ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyaniyê li dar bixe. (13.00-14.00)   * Têkildarî lêpirsîna Rojîn Kabaîşê baroyên Amed û Wanê dê li gel malbata Kabîşê li Baroya Amedê daxuyaniyê bidin. (15.00)