Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn 2025-10-11 13:36:31   AMED - Nivîskar a Mehmed Ûzûn di 18'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nivîskar Mehmed Ûzûn di 18'emîn salvegera mirina xwe de li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Ûzûn, hevşaredar, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tevlî bîranîna ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat de bûn.    Ji malbata Mehmed Ûzûn, Mustafa Ûzûn malavayiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Hevjîna Ûzûn, Zozan Ûzûnê jî behsa Ûzûn kir û got: "Gotinên wî her tim aramî û hêvî li min peyda kirin. Werin em bi hev re wî bi hezkirin û hêviyê biparêzin."    Sekreterê PENa Kurd Azad Zal diyar kir ku pênûsa Ûzûn hîn jî didomîne û metneke ku Ûzûn nivîsandibû xwend. Nivîskar Hacî Özkal jî got: "Bila rihet razê, em ê li Kurdistana azad berhemên wî belav bikin."    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî got: "Wî di tarîtiyê de mûmek vêxist. Îro ger em bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin, dilopek vê encama keda Ûzûn e."   Çîrokbêj Ayhan Erkmen jî helbestek xwend.    Piştî kulîk li ser gora Ûzûn hatin danîn, bîranîn bi dawî bû.