ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN 2025-10-15 09:00:18   * Prof. Dr. Nasser Keramî bal kişand ser nîqaşên li ser veguhestina paytexta Îranê ku bi krîza av û hilweşîna zemînê re rû bi rû ye û diyar kir ku ev krîz encama polîtîkayên rejîmê ye û rejîm ne xwedî kapasîteya çareserkirina wê ye.   * Ahmet Turk ê ku got "Em ne ji demokrasiyê û ne jî feraseta xwe ya siyasî tawiz didin" bersiva rexneyên li ser pêvajoyê da, anî ziman ku divê dewlet li hemberî van fikaran gav biavêje. Turk got: "Azadiya kurdan dê gelê tirk jî azad bike."   * Ciwanên ku amadekariya ji bo meşa ku ew ê li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re ber bi Jiyana Azad ve" lidar bixin didomînin, banga beşdarbûnê kirin.   * Endamê Komîteya Partiya Kes a Qibrisê Oz Karahan, diyar kir ku axa Rûman a ku li bakurê Qibrisê hatiye desteserkirin, ji bo ciwarbûnê hatiye vekirin û got: “Çareseriya tekane azadiya Qibrisê ye.”   * Danişîna 4’emîn a doza çeteyên fûhûşê ya li Şirnexê ku leşker jî di nav de ne dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.30)   * Li gelek bajaran dê ji bo Rojîn Kabaîşê meş û daxuyaniyê bên lidarxistin. (14.00-20.00)   * Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di 15’emîn civîna xwe de li ciwan û li jinan guhdarî bike. (14.00)   * Rewşa tenduristiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, dê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê bê şopandin.