Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin 2025-10-16 15:25:05 ENQERE - Serdanên ji bo rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ku 2 caran xwîn çûbû li ser mejiyê wî û 3 roj in li beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê tê tedawîkirin, didomin.  Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê ku di 14'ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê wî, 3 roj in li beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê tê dermankirin. Piştî Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê, endamên malbata wî, hevalên wî yên rojnamevan jî li nexweşxaneyê serdanan qebûl dikin. Ji roja destpêke ve li nexweşxaneyê serdanên ji bo Aykol didomin.   Di roja sêyemîn de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Enqereyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endamên Komeleya Hewldana Edaletê ji bo Roboskê û endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes li nexweşxaneyê serdana Aykol kirin. Serdan ji aliyê hevjina Huseyîn Aykol Nuray Çevîrmen û hevalên wî yên rojnameger ve tên qebûlkirin.   Xetereya li ser jiyana Aykol hêj berdewam e.