‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’ 2025-10-19 11:17:21 WAN - Rêveberên Wan TUHAY-DER’ê diyar kirin ku girtî û malbatên wan li benda gavên şênber in û ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe jî weke gava ewil dikare “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin.   Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin gav bên avêtin. Di heman demê de dixwazin ku biryara DMME’yê ya “mafê hêviyê” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû were cîbicîkrin. Malbatên girtiyên siyasî jî ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” û berdana girtiyan çalakiyên cur bi cur li dar dixin.    Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (Wan TUHY-DER), li navend û navçeyan 192, li navenda Colemêrgê û navçeyên wê 181, li Mûşê 60 û bi giştî li 4 bajaran 524 girtiyên siyasî û malbatên wan hene. Rêveberên komeleyê dan zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha van malbatan xwe gihandiye wan û dixwazin ku “mafê hêviyê” were cîbicîkirin û girtiyên siyasî bên berdan.    ‘EM JI BIRÊZ OCALAN BAWER IN’      Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê û xizma girtiyan Rengîn Karaduman, got: “Hêviya me malbatên girtiyan ji pêvajoyê heye. Ji ber ku em ji birêz Abdullah Ocalan bawer in. Lêbelê heta niha jî dewletê tu gav neavêtiye. Girtiyên nexweş tevî rapora 'nikarin di girtîgehê de bimînin’ jî nayên berdan. Yek ji hêviya me ya ji pêvajoyê ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyan dişînin girtîgehên pir dûr. Hin malbat nikarin salê carekê jî biçin serdanê. Hûn ewqas rê diçin lê tenê dikarin 40-45 deqeyan bibînin. Carnan ji ber hincetên weke cilûbergên Kurdî nahêlin malbat hevdîtinê bikin. Bi taybet jî li bajarên Tirkiyeyê miameleyeke cuda heye. Carnan em nikarin li van bajaran bi Kurdî jî biaxivin. Ji ber ku êrişên lînçkirinê dibin. Navên me bi Kurdî ne û carnan nikarin bangî hev jî bikin. Me malbatên girtiyan jî ceza dikin. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin.”    ‘PIRSGIRÊKA HIQÛQÊ HEYE’     Ji rêveberan Nedîm Şîpal jî got ku pergala hiqûqê ya welat cotstandartiyê dike û ev tişt anî ziman: "Têkildarî pirsgirêka Kurd pirsgirêka hiqûqê heye. Ev bêhiqûqî yekser bandorê li girtîgehan dike. Mafên tenduristî, ragihandin, çandî û hwd. ên girtiyan tên binpêkirin. Ev pirsgirêkên li girtîgehan jî di nava civakê de rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Rêveberiya girtîgehê, li gorî nasnameyê biryaran dide. Hêj jî poşmanî tê ferzkirin. Malbatên girtiyan xwe gihandin komeleya me û daxwaza wan gavên şênber in.”    ‘MAFÊ HÊVIYÊ NE AZADIYEKÎ ŞEXSÎ YE’    Şîpal, da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên heyî eleqeya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên girtiyan dixwazin ku binpêkirinên heyî bi dawî bibin û di asta hiqûqî de sererastkirin bên kirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin. Weke komele em bang li komîsyonê dikin; divê tavilê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan jî balê dikişîne ser ne azadiyekî şexsî ye. Divê ev maf bê cîbicîkirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan divê ev maf ji bo hemû girtiyan were cîbicîkirin.”    MA / Ceylan Şahînlî