‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê' 2025-10-21 09:28:35 WAN - Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de axivîn, diyar kirin ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi cidî nehatiye kirin û ji bo eşkerekirina kiryarên Rojînê banga yekitiyê kirin.   Mirina biguman a xwendekaran pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş (21), hîn jî rojeveke germ e. Agahiyên der barê mirina Rojîn Kabaîşê de ku cenazeyê wê 18 roj piştî derketina ji Wargeha Keçan a Seyyid Fehim Arvasi di 27'ê Îlona 2024'an de, li taxa Mollakasimê li perava Golê Wanê hat dîtin, gumanên kuştinê xurt dike. Di dosyeya lêpirsînê de ku biryara veşartî li ser heye, cihên ku DNA'ya du mêrên li ser laşê Rojîn Kabaîşê hatine dîtin, salek şûnde ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatin eşkerekirin.   Di demeke wiha de ku li Wanê çalakiyên ji bo diyarkirina DNA'yan û sûcdaran berdewam dikin, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm tayinî şûna wan hat kirin, xwestin ku sûcdar bên tespîtkirin.   Neslihan Şedalê diyar kir ku doza Rojîn Kabaîşê mînakek eşkere ya pergala dewletê ya ku ji hêla mêran ve serdest e û dadweriya ku xizmeta vê pergalê dike. Neslihan Şedalê destnîşan kir ku hewl hatiye dayîn ku doz bi awayekî rêxistinkirî were veşartin û bûyer wekî "xwekuştinê" were nîşandan. Neslihan Şedalê anî ziman ku ji dema windabûna Rojînê ve jin li kolanan têdikoşin û pirsa "Çi bi serê Rojînê hat?" didomînin û got ku çendi DNA'yên du mêran hatine tespitkirin jî, nasnameyên van kesna nehatine eşkerekirin û ev yek nîşan dide ku pêvajo bi edalet nayê meşandin. Neslihan Şedalê tekez kir ku malbat û parêzerên wê ji dozê hatine dûrxistin û raya giştî nehatiye agahdarkirin û got ku ev hemû kiryar ji bo parastina hin kesan hatine kirin. Neslihan Şedalê bilêv kir ku zanîngeh, wargeh û walîtiyê piştî bûyerê pêvajo bi awayekî neciddî û xemsarî bi rê ve birine û got ku ji kêliya ku ew ji windabûna Rojînê agahdar bûne ve ew li kêleka malbatê ne.     ‘EM Ê RÊ NEDIN'     Neslihan Şedalê bilêv kir ku di rapora duyem de ku piştî salekê li dosyeyê hatiye zêdekirin, her du DNA yên aîdî mêran li deverên cuda yên Rojînê hatine tespîtkirin û got ku ev yek jî pir şekere nîşan dide ku ya hatiye kirin cinayet e. Neslihan Şedalê detsnîşan kir ku li cihê lu refleksên civakê lê zêde bin rast nayên veşartin û got ku ew ê li kuçe û kolanan bitêkoşin, heya hemû qadên jiyanê azad bin.    'DIVÊ BI HER AWAYÎ BÊ EŞKEREKIRIN'     Abdullah Zeydan jî got: "Me gelek caran gotiye ku divê bûyer bi tevahî û bi hûrgilî were lêkolînkirin. Me ji roja yekem ve ev daxwaz şopand. Biryara nepenîtiyê ya ku ji hêla dozgeriyê ve li ser dosyeyê hatiye danîn, di nav malbatê û raya giştî de bêbaweriyek kûr çêkiriye. Malbatê bi berdewamî îdia kir ku Rojîn keseke livok û dilovan bûye û qet ne ew kes bûye ku xwe bikuje. Çima kesek ewqas ciwan rabe xwe bikuje? Ev pirs bêbersiv dimîne. Lêbelê, saziyên peywendîdar, nemaze zanîngeh, wisa difikirin ku ew hewl didin bûyerê veşêrin. Em vê yekê red dikin û israr dikin ku îdiayên der barê mirina Rojînê de bi tevahî werin eşkerekirin û divê îhtîmala kuştinê ciddî were nirxandin."     Zeydan destnîşan kir ku ew ligel rêxistinên jinan û ciwanên zanîngehê li cem malbatê ne û piştgiriyê didin çalakiyên ciwanan.    Zeydan destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê kesên Rojînê qetil kirine li bara hiqûqê hesab bidin û got: "Em ê dest ji vê dozê bernedin."