Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome 2025-10-22 09:09:02 MÊRSÎN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî zext berdewam dikin û bang li dewlet û desthilatê kirin ku gavên berbiçav bavêjin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, Tevgera Azadiya Kurd gelek gavên berbiçav avêtin. PKK'ê daxuyand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Ji bo vê armancê komîsyonek li meclisê hat avakirin. Ji bilî vê, dewlet û desthilatê gaveke berbiçav neavêtine. Ji ber ferzkirina "poşmaniyê", berdana bi hezaran girtiyan, bi taybetî girtiyên nexweş, tê astengkirin.   Xizmên girtiyan xwestin ku demildest gavên pêwîst werin avêtin.   Îbrahîm Umît, diyar kir ku kurê wî Mehmet Umît li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku şert û mercên dijwar ên li girtîgehan tevî pêvajoya berdewam jî didomin. Umît destnîşan kir ku kurê wî tevî ku destek wî tenê heye jî, bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Umît got: "Ew di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyê dikişîne. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan nabin nexweşxaneyê. Li wir zilmeke mezin heye. Kurê min, bi seqetiya xwe, bi tenê tê hiştin, cil û berg û xwarina xwe bi destekî dike. Gardiyan carinan avê venakin û xwarinên nebaş didin. Li girtîgehê zext heye; hevalên nexweş hene, lê ew nabin nexweşxaneyê. Rewşa malbatên Îranî (Rojhilatî) xirab e; ew nikarin werin. Ev rewş bi tevahî xirab e."   Umît bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya bêbawer û diyar kir ku ji bo çareseriyeke demokratîk divê qedexeyên li ser ziman û nasnameyê werin rakirin. Umît got: "Em baweriya xwe bi dewletê naynin. Rêberê me destê aştiyê dirêj kir û ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê gav avêt, lê dewletê tu gav neavêt. Îro, rêberê me ne tenê rêberê kurdan e, yê hemû gelên bindest e. Ger Tirkiye bi rastî aştiyê dixwaze, divê pêşî zimanê kurdî nas bike û piştrast bike ku girtiyên nexweş dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Divê gel êdî di vê rewşê de bêdeng nemîne. Divê her kes rabe ser pêyan û xwedî li rûmeta xwe derkeve."    DIVÊ GIRTÎ AZAD BIN   Sîdar Sertkaya, birayê Mazlum Sertkaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê ye, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê bi salan e neguherîne. Sertkaya diyar kir ku rewşa birayê wî ku ji sala 2019'an vir ve girtî ye, her ku diçe xirabtir dibe û ji destpêka pêvajoyê ve di girtîgehan de tu sererastkirin nehatiye kirin. Sertkaya diyar kir ku malbat bi hêvî pêvajoyê dişopînin, lê dewletê gavên berbiçav neavêtiye. Serkaya got: "Divê her kes azad bibe û divê niha gav bên avêtin. Em dixwazin li her derê Tirkiyeyê bi awayekî azad xwe îfade bikin û qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin."   Ekrem Hazar, birayê Fethullah Hazar ku li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesirê tê girtin, bal kişand ser binpêkirinên ku li girtîgehan diqewimin û got ku pêvajo tenê bi gotinan sînordarkirî maye û hêviyên girtiyan ji bo azadiyê nehatine bicîhanîn. Hazar ev daxwaz kir: "Divê gav bên avêtin, dayik kêfxweş bibin û girtî bi malbatên xwe re werin cem hev. Ger her kes karibe bi azadî bi Tirkî biaxive, em jî dixwazin bi azadî bi Kurdî biaxivin. Divê zarok, ciwan û dayikên me karibin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Xwişk û birayên me yên di girtîgehê de bi nexweşî û xizaniyê re têdikoşin. Divê niha gav bên avêtin û divê hemû werin azadkirin."   MA / Abdulkadîr Ayten