Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir 2025-10-22 11:34:01   KONYA - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê re hevdîtin kir. Yazmaci, diyar kir ku di navbera mehên Tîrmeh-Cotmehê de tehliyeyên 8 girtiyan hatine astengkirin û got: “Ev girtîgeh tu girtiyan tehliye nake.”    Binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, di 17’ê Cotmehê de çû serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê. Yazmaci, da zanîn ku di navbera mehên Tîrmeh-Cotmehê de li vê girtîgehê tehliyeyên 8 girtiyan hatine astengkirin.    Bi domdarî Yazmaci destnîşan kir ku dema tehliyeyên piraniya girtiyan bi biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatine astengkirin û got: “Ev girtîgeh tu girtiyan tehliye nake. Poşmantiyê ferz dikin. Di hinceta astengkirina tehliyeya hemû girtiyan de dibêjin ‘poşman nîne.’”    ‘BI HESTÊN TOLHILDANÊ NÊZÎ GIRTIYÊN PKK’Î DIBIN’    Yazmaci, da zanîn ku bi hestên tolhildanê nêzî girtiyên PKK’î dibin û got: “Di rewşa heyî de ev lijneye keyfî tevdigerin, biryarên tehliyeyê jî weke lûtfekê dibînin. Ev lijneye xwe bi ser dadgehan re dibînin. Gelek girtiyan ev lijneye qet nedîtine lê der heqê wan de îfadeya ‘mulaqat hatiye kirin’ derbas dikin. Girtiyan dibin cem psîkologên girtîgehê, îtîrafkarî û poşmantiyê lê ferz dikin. Biryarên dermantiqî didin û hincetê deraqil nîşan didin. Bi hesta tolhildanê nêzî girtiyên PKK’î dibin.”    HINCETÊN LIJNEYAN    Yazmaci, têkildarî sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê wiha got: “Di girtîgehên li Herêma Anatoliyaya Navîn de ev lijneye pirsên weke ‘Ocalan kî ye’, ‘Tu poşmanî yan na’, ‘Dijminên Tirkiyeyê bijmêre’ û hwd. dipirsin. Li gorî bersiva van pirsan jî tehliyeyên wan tên astengkirin. Bi hincetên weke ‘jiyaneke xwendekariyê ya çalak tune ye’ tehliyeyan taloq dikin. Her wiha hincetên weke ‘di hevdîtina bi malbata xwe re de nîqaş kiriye û nikare daxilî civakê bibe’ tehliye tên astengkirin.”    Navên 8 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tên ragirtin û tehliyeyên wan hatine astengkirin ev in:    * Huseyîn Bîlecan: Cara 4’emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin    * Ebubekir Yulu: Cara 4’emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin   * Ahmet Nas: Cara 4’emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin   * Haci Gecîken: Cara 3’yemîn e ji bo 10 mehan hat taloqkirin   * Cemîl Îvrendî: Cara 3’yemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin   * Recep Ergulu: Cara yekemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin   * Mûstafa Şîhî: Cara 1’emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin   * Mîkaîl Sakli: Cara yekemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin.