Rojnameger Yurtsever: Divê demildest yasayên pêwîst bên amadekirin 2025-10-27 10:07:07 ENQERE - Rojnameger Engîn Yurtsever diyar ji bo biryara vekişandina hêzên xwe ya Tevgera Azadiyê ya Kurd got “di pêvajoya aştiyê de qonaxeke stratejîk hate derbaskirin” nirxand û got: “Lê hêj jî dewletê tu gavek neavêtiye.”   Tevgera Azadiyê ya Kurd duh bi daxuyaniyeke dîrokî careke din nîşan da ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo şênberkirina îradeya aştî, demokrasî û pêkvejiyanê gavên şênber avêtiye. Hat destnîşankirin ku hewceye dewlet û îktîdar jî ji bo pratîkkirina van gavan tavilê nêzikatiyeke hiqûqî û siyasî raber bike.    Rojnameger Engîn Yurtsever têkildarî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî û got ku pêvajo derbasî qonaxeke polîtîk a nû dibe.    Yurtsever, ji ewil bal kişand ser îdiaya hinek derdoran a “Bakur hate berdan” û got: “Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd, li her bihsota xaka Kurdistanê xwe birêxistin kirine. Niraxndinên bi vî rengî bêbingeh in. Çawa ku di demên berê de şert û mercan kiribe ku berê xwe bidin qadên cuda, îro jî nîşan dan ku heke hewce bike dikarin birehetî vegerin cihên cuda.”    ‘GAVÊN YEKALÎ AŞTIYÊ QELS DIKIN’     Yurtsever, diyar kir ku dewlet pêvajoyê weke “Tirkiyeya bêteror” pênase dike û got: “Ev jî nîşan dide ku jidil nînin. Astengiya herî mezin a li pêşiya çareseryeke aştiyane û demokratîk ew e ku dewlet pêvajoyê tenê ji hêla ewlehiyê ve dibîne. Pêvajoyên bi vî rengî, weke di mînakên welatên din de jî tê dîtin, mîna fermuarê bi avêtina gavan a her du aliyan pêş dikeve. Lêbelê ev fermuar her tim tenê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve tê kişandin. Gavên ku Tirkiye di mijara demokratîkbûnê de diavêje dê bike ku rewşa aboriyê baş bibe û polîtîkaya înkarê ya sed sal in didome bi dawî bibe.”    ‘ÊDÎ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’     Yurtsever, destnîşan kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo zemîneke demokratîk a pêvajoyê hebe jî ev gav pêşniyar kir:    “*Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad ibbe û şertên jiyanê ew bi xwe diyar bike.    *Dive hemû girtiyên siyasî bên berdan.    *Hewceye sererastkirinên yasayî û destûra bingehîn tavilê bên kirin.    *Divê Tirkiye hêzên xwe yên derveyî sînor vekişîne.    *Weke egereke jiyana demokratîk, divê feraseta rêveberiya xweser bi yasayan were misogerkirin.”    ‘ÎRADEYA AŞTÎ, DEMOKRASÎ Û PÊKVEJIYANÊ’     Yurtsever, herî dawî bal kişand ser têgehên aştî, demokrasîk û pêkvejiyanê ku ji destpêkê heta niha Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser disekine û axaftina xwe wiha qedand: “Ev ne tenê ji bo gelê Kurd lê tesevûra ji bo jiyana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Pêşeroja pêvajoyê, girêdayî dewletê ye ka dê vê îradeyê nas bike û sazûman bike yan na.”    MA / Firat Can Arslan