'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin' 2025-11-13 20:32:35     ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê der barê şewata di fabrîqeya li Dîlovasi derket de daxuyaniyek da û da zanîn ku komkujî encama bêewlebûnê ye ku tê rewakirin.   Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) der barê şewata ku di Ravîve Kozmetîk a Dîloavasi pêk hatiye û 2 jê zarok 6 jin jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber navenda Çandê ya Turkan Saylanê hat dayÎn. Li ser navê platformê Hatîce Çorûkê daxuyanî xwend.   Hatîce Çorûkê da zanîn ku tevî giliyên hatine kirin dewletê peywira kontrolkirinê neaniya cih û ev helwesta dewletê nîşaneya ku dewlet li alî patronan e.  Hatîce Çoruk ruyê herî tarî yê pergalê carek din derketiye holê û got ev komkujiya hatiye jiyîn ne qezeya.  Hatrîce Çoruk wiha anî ziman: “Em bi rûtîna dewletê ya ‘me lêpirsîn daye destpêkirin’ bawer nakin.  Em ê bi hev re hesabê vê bipirsin. Ev şewat encama pergala binpêkirinê ye.”   Hatîce Çorûkê got: "Em ê jiyana xwe emanetî înfasa patronan nekin, em ê emanetî têkoşîna xwe ua rêxistinkirî bikin."