Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê 2025-11-15 16:13:13   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, çalakiya "Bazara Pevguherandinê" li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Bazara Pevguherandinê geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin.   Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê re, ji bo li dijî çanda mezaxtinê parvekirinê berfireh bikin, bi dirûşma "Em her ku serf dikin, em diqedin, em bi parvekirinê zêde bibin" çalakiya "Bazara Pevguherandinê" pêk anîn.   Li Bazara Pevguherandinç ya li Sumerparkê; gelek kelûpelên wekî cil û berg, destûberên teknolojiyê, pirtûk, kovar, pêlîstok û zêrên cûrbecûr cih girtin. Li bazarê, welatiyan fersend dîtin ku kelûpelên xwe yên ku anîbûn, bi kelûpelên ku dixwazin biguherînin.   Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, daxwaz kir ku welatî eleqeyê nîşanî çalakiya ku ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, bidin.   Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û endamên meclisê re, serdana Bazara Pevguherandinê kirin û ji yekîneyên peywendîdar agahî li ser bazarê girtin. Hevşaredarên ku li bazarê geriyan, bi welatiyan re sohbet kirin.   Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dînar, ku der barê Bazara Berdêlkirinê de agahî da, destnîşan kir ku bi Bazara Pevguherandinê ya ku bi Komeleya Ekolojiyê re li dar xistine, armanc dikin ku balê bikişînin ser adetên mezaxtinê. Evîn Dînarê diyar kir ku ew armanc dikin hevgirtina civakî û çanda jiyana hevpar ji nû ve vejînin û wiha got: "Îro her kesî tiştên xwe yên zêde yên ku bi kar nayînin, ji pirtûkê bigire heta pêlîstok, ji kelûpelên mitbaxê heta cil û berg û kirasan, li vir dan ber çavan. Yên ku hewcedariya wan pê hebû jî, karîbûn wan ji vir peyda bikin. Bazara danûstandin û hevgirtinê xizmeta vê armancê dike."   Çilem Akkaya ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî anî ziman ku wan Bazara Pevguherandinê ji bo ku kevneşopiyeke ku bi salan berê hebû ji nû ve bînin bîra mirovan, li dar xistine.