Du çîrokên serkeftinê 2025-11-16 11:10:44 AMED - D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”   Di salên dawî de tiryakkêşî zêde bûbe jî, hejmara kesên ku ji vê belayê xilas dibin jî ne hindik e. Kesên ku bi piştgiriya navendên ku serî lê dane, pêvajoya başbûnê temam kirine, her kêliya ku bikar neanîne wekî “pêvajoya paqijmayînê” bi nav dikin.   Jina ciwan a 21 salî D.E. yek ji van kesan e. D.E., ji ber tengasiyên aborî, di temenek piçûk de ligel 4 xwişk û birayên xwe, ji aliyê malbata xwe ve li saziya parastina zarokan hatiye hiştin. Heta 18 saliya xwe li vir maye û bêyî ku fêr bibe ka jiyana xwe çawa ava bike, mezin bûye. Piştî ku ji saziyê veqetiyaye, li bajarekî wekî karmend dest bi kar kiriye. Her çendî karekî wê yê rêkûpêk û dahatek wê hebûya jî, pirsgirêka cihê mayînê û hestên tenêtî û bêewlehiyê di demeke kurt de wê bêparastin hiştiye.   DIZÎ, FIHÛŞ...    Di dema ku dest bi kar kiriye de, hin kesên ku nas kirine, wê bi tiryakê dane naskirin. Tiryakkêşî ya ku bi armanca “ceribandinê” dest pê kiriye, di demek kurt de ji bo wê bûye pêdiviyeke rojane.   D.E., ji bo ku bigihîje tiyakê, piştî demekê neçar maye ku diziyê bike. Dema ku dizî jî ji bo peydakirina tiryakê têr nekiriye, neçar maye ku fihûşê bike. Vê rewşê, hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve ew hê bêtir westandiye.   'JI NÊRÎNÊN MIROVAN DIREVIYAM'    D.E., ya ku ji ber çirava tiryakkêşiyê demekê bi temamî li kolanan jiyaye, got: “Rojên ku min li kolanan derbas kirin, gelek zehmet bûn. Dîtina cihekî ewle ku şevan lê  bimînim, hema hema ne mimkûn bû. Min hewl dida ku ji nêrînên mirovan birevim û rojê jî li cihên ji çavan dûr bimînim.”   D.E. anî ziman ku bi beralîkirinan ve li mala parastina jinan hatiye qebûlkirin û pêvajoya piştî wê wiha vegot: “Li vir cara yekem min xwe ewle hîs kir. Min pispor û komên piştgiriyê nas kirin. Min derfet dît ku çîroka xwe vebêjim.”   'HEVRÛBÛNÊ FÊR BÛM'   D.E. diyar kir ku pêvajoya tedawiyê bi hêsanî derbas nebûye û derbarê pêvajoya bikaranîna tiryakê de ev tişt got: “Kurmê tiryakê, barê rabirdûyê û valahiya ku ji aliyê hînbûnan ve çêbûbûn, carinan ez paşde dikişandim. Lê her roj, min gavek diavêt. Ez hîn bûm ku li ser lingên xwe bisekinim û bi hestên xwe re hevrû bibim. Pêşî li bajarê ku ez lê bûm, min dest bi tedawiya li nexweşxaneyê kir, piştre min xizmetên piştgiriya derûnî wergirt. Piştî tedawiya nêzî salekê, min dev ji bikaranîna tiryakê berda. Hîn jî tedawiya min didome, êdî li kolanan najîm, li cihekî ewle dimînim.”   'HER KES DIKARE SER BIKEVE'   D.E. anî ziman ku bi piştgiriya pisporan û xebatkarên xizmetên civakî ve xwişk û birayên xwe jî dîtiye û wiha pê de çû: “Berê tenê min hewl dida ku bijîm. Min bi tirsên xwe, bi tenêtiya xwe û bi tiryakkêşiya xwe re têdikoşiya. Niha jî hêdî hêdî ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Hîn jî kêliyên ku ez zehmetiyê dikişînim hene, lê êdî ez ne tenê me. Ez dizanim ku her sibeh gava şiyar dibim, şansek min a nû heye. Ez bi serketim, her kes dikare ser bikeve.”   Çîroka D.E., nîşan dide ku zehmetiyên di temenekî ciwan de rû didin, çawa dikarin mirovan ber bi tiryakkêşiyê ve bikişînin. Di heman demê de, îsbat dike ku bi piştgirî, tedawî û biryardariya rast, pêkan e ku mirov ji nû ve jiyan û siberoja xwe ava bike.   ÇÎROKA F.A'YÊ    F.A. jî xortekî 22 salî ye. Wekî zarokê çaran ê malbateke 7 zarokî jidayik bûye. Malbata wî jiyaneke aborî ya zehmet derbas kiriye, zarok di nav xizaniyê de mezin bûne. Di sala 2015’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Sûrê de, neçar maye ku ligel malbata xwe mala xwe biterikîne. F.A., yê ku di wê demê de hêj zarok bû, ji ber tirs û nediyariya ji ber pêvajoya pevçûnan bandor bûye.   Dengên çekan ên ku bihîstiye, avahiyên hilweşandî û metirsiya li derdora wî veguheriye trawmayek bêdeng. Di wî temenî de, bi daxwaza parastina malbata xwe, ji bo ku şevan şiyar bimîne û tirsên xwe veşêre, dest bi bikaranîna tiryakê kiriye. Vê rewşê, di demeke kurt de veguheriye tiryakkêşiyê û nêzî 9 salan di jiyana wî de cih girtiye.   Her ku bikaranîna tiryakê zêde bûye, F.A. ji derdora xwe dûr ketiye, xwe vekişandiye û hewl daye ku barê bûyerên ku jiyaye bi tena serê xwe hilgire. Her ku xwestiye bîranînên xwe yên trawmatîk veşêre, ew qas zêdetir ber bi tiryakê ve çûye û her carê hinekî din xwe winda kiriye.   Di nava salan de gelek caran bêhêvîtî jiyaye, herwiha intiharê jî fikirîye. Lê piştgiriya diya wî, ji bo wî bûye hêzek. Bi hewldanên diya xwe, biryar daye ku dest bi tedawiyê bike. Di destpêkê de ev pêvajo ji bo wî zehmet bûye; lê roj bi roj, fêr bûye ku barê rabirdûyê sivik bike.   F.A., pêşî li bajarê ku lê dijiya, li nexweşxaneyê tedawî bûye, piştre jî bi xizmetên piştgiriya derûnî pêvajoya tedawiyê domandiye. Di dawiya tedawiya dora salekî de, dev ji tiryakê berdaye.   Li gorî vegotina wî, ew 6 meh in “paqij” e û tedawiya wî bi rêkûpêk didome. Êdî li hawîrdoreke ewle dijî û dest bi plankirina pêşerojê kiriye:   “Dengên şer hîn carinan di guhê min de deng vedidin, lê êdî ez ji wan direvim. Ez fêr kir ku ez nikarim rabiroriye biguherînim, lê dikarim xwe biguherînim. Dema diya min û kesên ku ez ji wan hez dikim li gel min bin, tiştek nemukun nîne. Paqijmayîn zehmet e, lê mumkun e. Ez her roj ji bo min destpêk e.”   Sibe: Xebat û pêşniyarên çareseriyê yên Platforma Şiyar Be.   MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan