7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir 2025-11-18 15:31:23   AMED - 7'emîn Fuara Gurmeyê û Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê ku ji hêla DTSO ve tê lidarxistin, dest pê kir.   Merasîma vekirina 7'emîn Fuara Gurmeyê û Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ve tê lidarxistin û wê şeş rojan dom bike, li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê pêk hat. Gelek kesayetên ji cîhana karsaziyê û siyasetmedar beşdarî merasîma vekirinê bûn. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di vekirinê de axivî û got: "Her çend li Tirkiyeyê di organîzekirina pêşangehê de gelek pirsgirêk hebin jî, em li vir pêşangeheke girîng li dar dixin. Wekî din, hejmara beşdarên pêşangeha me ya gastronomiyê dê ji ya par derbas bibe."   Kaya da zanîn ku ji Amedê û Tirkiyeyê 172 fîrma beşdarî fuarê bûne.   Hevserokê Yekitîya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê ya Anatolyayê û Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelik jî bal kişand ser pêvajoya aştiyê û gotku ew dixwazin ev fuar pêşengiya aştiyê bikin.   Paşê serdana fîrmayên beşdarî fuarê bûn hat kirin.