Dermankirina rojnamevan Aykol didome 2025-11-18 17:19:13   ENQERE - Rojnamevan Huseyin Aykol ê piştî emeliyatê enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, bi dermanan tê dermankirin.   Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê xwîn rijiya ser mêjiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Aykol ê ku du caran emeliyat bûye, piştî mudaxileyan enfeksiyonê xwe li pişika wî girt. Ji ber vê di unîteya lênihêrîna awarte de tê girtin.    Ji ber enfeksiyona ku xwe li pişika Aykol girtiye nayê kontrolkirin,  bi antiboyotîkan û dermanên didin didome.