Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin 2025-11-18 17:40:41   BOLÛ - Aydin Yucel piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket.    Aydin Yucel, piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket. Xizmên Yucel û nûnerên MATÛHAYDER'ê li ber girtîgehê ew bi kulîlkan pêşwazî kirin.    Yucel ku li ber girtîgehê axivî, got: "Li vê girtîgehê infaza hevalên me dişewitînin. Ji ber vê ez ne kêfxweş im. Ji lew re piraniya hevalên me girtî ne. Hêviya me, ew e ku hemû hevalên me bên berdan. Em li hundir jî pêvajoyê baş dibinin û em ê bi ser bikevin."    Aydin Yucel di Adara 1995'an de li Dîlokê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Dadgehê cezayê muebedê li Aydin birîbû.