Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin 2025-11-19 09:30:16   AMED – Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê Berfîn Elçiyê diyar kir ku zarok di warê mafên xwe yên tenduristî, stargeh, perwerde û jiyanê de bi gelek binpêkirinan re rû bi rû tên. Berfîn Elçiyê anî ziman ku dewlet polîtîkayên ku gelek binpêkirinên li dijî zarokan girantir dikin pêk tîne û got: "Erka dewletê ne alîkariya zarokan e, dayîna mafên wan e."   Piştî pejirandina Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di 20'ê Mijdara 1989'an de, 20'ê Mijdarê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat ragihandin. Tirkiye ku di sala 1994'an de peymanê pejirand da ku binpêkirinên mafên zarokan ên li çaraliyê cîhanê ronî bike, pêkanîna şertên wê bi cih neanî. Bi rastî, her sal bi dehan zarok di qezayên kar de dimirin, nikarin stargehekê bibînin, nikarin perwerdehiyê bibînin, ji tenduristiyê bêpar dimînin û bi darê zorê di temenê zarokatiyê de dizewicin. Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê Berfîn Elçî, li ser binpêkirinên mafên zarokan û çawaniya çareserkirina wan axivî.     DI 15 SALAN DE 21 ZAROK BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN QETILKIRIN   Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku zarok ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên demdirêj ên li Kurdistanê bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû dimînin û got kir ku operasyonên leşkerî û pevçûnên li herêmê, di nav rewşên din de, mafê jiyanê yê zarokan binpê dikin. Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku zarok di salên 1990'î de di binçavan de qurbaniyên windakirinên bi zorê bûne û li gorî daneyên ku ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve di navbera salên 2008 û 2023'yan de hatine berhevkirin, ji 45 kesên ku wesayîtên zirxî li wan qelibîne, 21 kes zarok in.   ‘BÊCEZATÎ'   Berfîn Elçiyê anî ziman ku dozên gelek zarokan, wek Helin Hasret Şen, Mehmet Uytun, Nihat Kazanhan, Cemile Çagirga û Ceylan Onkol ku mafê wan ê jiyanê ji ber şer hatiye binpêkirin, bi bêcezatiyê bi dawî bûne û got ku sûcdar bi bêcezatiyê an jî bi cezayên sembolîk hatine xelatkirin.    PERWERDEHÎ, TENDURISTÎ...   Berfîn Elçiyê her wiha got ku zarok di warên wekî stargeh, tenduristî û perwerdehiyê de bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin û got ku zarokên ku ji ber xizaniyê di şert û mercên nebaş de dijîn bandoreke neyînî li ser pêşveçûna wan a derûnî û laşî dikin. Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku piştî erdhejan bi hezaran zarok hîn jî di bajarên konteyneran de dijîn û got: "Gelek zarok hene ku ji ber sedemên aborî û tundiya navmalî neçar mane ku derkevin kolanan. Em dizanin ku zarokên di wargehên zarokan de bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Di heman demê de, zarokên penaber ji cihên jiyanê yên ewle dûr in."   Berfîn Elçiyê bilêv kir ku zarok di gihîştina mafê xwe yê tenduristiyê de jî zehmetiyan dikişînin û got ku binpêkirinên di vî warî de zêde dibin.    Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku newekheviyên herêmî di binpêkirinên mafê perwerdeyê de berbiçav in û got ku gelek zarok ji ber sedemên aborî nikarin perwerdehiya xwe bidomînin.   PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ   Berfîn Elçiyê anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn nehatiye garantîkirin û her çend perwerdehiya bijarte ya bi Kurdî an zimanên din hebe jî, li gelek deveran wekî zimanekî bijarte nayê pêşkêşkirin û mamoste jî nayên tayînkirin.    Berfîn Elçiyê bal kişand ser zarokên ku ji ber xizaniyê mecbûr in bixebitin. Berfîn Elçiyê da zanîn ku li MESEM'ên girêdayî Wezareta Pewrerdehiyê ya Neteweyî ku karkeriya zarokan li ber dilê zarokan xweş dike bên girtin û got ku divê cihên din ên wekî MESEM'an karkeriya zarokan li ber dilê mirovan xweş dikin bên tespîtkirin û xwediyên wan bên cezakirin.    Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku dewlet di warê zarokan de berpirsiyariyên xwe bi cih nayne û bal kişand ser binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan, zewaca bi darê zorê, astengkirina mafê tenduristî, perwerdehî û stargehê.    Berfîn Elçiyê bibîr xist ku wekî Tora Mafên Zarokan a Amedê çavdêriyên xwe yên bipêkirina mafên zarokên li Kurdistanê kirine û ragihandine Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin.    Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku ji bo jiholêrakirina binpêkirinên mafên zarokan berpirsiyariya sereke ya dewletê ye û got ku divê dewlet li gor peymanên li ser mafê zarokan û qanûnên di destûra bingehîn de tevbigere. Berfîn Elçiyê bilêv kir ku di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî jî û got ku divê rêveberiyên herêmî Bajarên Dostê Zarokan ava bikin.    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel