Eren Keskîn: ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre 2025-11-19 09:33:38 STENBOL - Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ATK'ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de encamên DNA'yê salek piştre aşkera kiriye û got: "Vê jî pêvajo dirêj kir. ATK'ê heta niha jî ji bo veşartina îşkenceyê hewl da."   Mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê (21) hêj jî nehatiye ronîkirin. Di rapora pêvek a Saziya Tipa Edlî (ATK) de hate destnîşankirin ku DNA’yên hatine tespîtkirin ne aydê kesên ji derdora wê ya sosyal in.    Parêzer Eren Keskîn ku geşedanên di dosyayê de ji nêz ve dişopîne, têkildarî rapora ATK’ê û dozê axivî.    Eren Keskînê got: “Li gorî me Rojîn Kabaîş hatiye kuştin. Bi sala ye em dibêjin ku di bûyerên mirinên biguman û îşkenceyê de rola ATK’ê gelek bi pirsgirêk e. Tevî ku ne mecbûriyeteke zagonî jî ye, rapora ATK’ê ya têkildarî tespîtkirina mirinên biguman û îşkenceyan de ji hêla dozger û dadgeriyan ve tekane rapora diyarker tê dîtin. Tekane saziya pispor û girêdayî îradeya siyasî ye.”     ‘ATK’Ê GOT ÎNTÎHAR E Û CIVAK MIJÛL KIR’   Di berdewamê de Eren Keskînê anî ziman ku ev helwesta ATK’ê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Pirtûkeke me ya der heqê bandora raporên ATK’ê ya li ser dozan jî heye. Bi rastî jî ev dosya li gorî raporên ATK’ê teşe digirin û li gorî van raporan sûc tê diyarkirin. ATK’ê di dosyaya Rojînê de ji ewil got ‘întîhar’ e. Xwest civakê bi vê bide bawerkirin. Malbata wê ji vê bawer nekir. Bi hewldaneke mezin û bi alîkariya baroyên Wan û Amedê xebatên hiqûqî hatin kûrkirin.”    Eren Keskînê pirsa “çima piştî salekê hat aşkerakirin ku DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin neperîn e?” kir û got: “Êdî em piştrast bûn ku ev bûyer, cînayet e. Her kes dibêje ‘ev cînayet e.’ Lê çima salek berê gotin ‘întîhar’e. Di derengmayîna vê dosyayê de roleke mezin a ATK’ê heye. Di dosyaya Rojînê û gelek dosyayên bi vî rengî de saziyên fermî li derveyî lêkolînê hatin hiştin. Di vir de berpirsyartiya zanîngehê, ya wargeha dewletê heye. Gelek îfadeyên bi raya giştî re hatine parvekirin hene. Heta hesabên nasnameyên kujeran parve dikin jî hene. Hewceye ev tevek ji hêla dozgeriyê ve bên nirxandin. Lê ya herî girîng jî raporên ATK’ê ne. Ji ber rapora ATK’ê, heta salekê dereng ma ku ev bûyer weke cînayet were destgirtin. Mixabin israra di ATK’ê de didome.”    'ATK’Ê HETA NIHA JÎ HEWL DA ÎŞKENCEYÊ VEŞÊRE’    Di berdewamê de Eren Keskînê ev tişt anî ziman: “Di dosyayên vî rengî de em gelek caran rastî van hatin. Nebawerim ji serlêdana sûc encamek were destxistin. Ji ber ev polîtîkayeke dewletê ye. Naxwazin kesek hesabê ji ATK’ê bipirse. Îşkence, polîtîkayeke dewletê ye lewma dixwazin ATK tekane saziya xwedî gotin be. ATK’ê heta niha jî her tim hewl da îşkenceyê veşêre. Di operasyonên li dijî girtîgehan ên salên 1980, 1990, 2000’an de, di neberdana girtiyên nexweş de her tim li gorî raporên ATK’ê tevgeriyan. Bi destê ATK’ê polîtîkayên necezakirinê tên domandin. Bûye amûreke girîng a polîtîkaya necezakirinê. Lewma naxwazin gel hesabê jê bipirse.”    PEYWIRA DARAZÊ   Bi domdarî Eren Keskînê daxuyand ku tu pêvajoyên din ên ku baweriya bi edaletê ewqas qels bûyî nayên bîra wê û axaftina xwe wiha qedand: “Weke parastvana mafên mirovan dikarim vê bibêjim; me tu caran baweriya xwe neda darazê. Li vê xakê daraz her tim girêdayî cihên din bû. Ji kovarê heta niha em behsa darazeke milîtarîze bûye dikin. Lê niha bi temamî girêdayî navendekê ye, di bin kontrolê de ye û dadger û dozger ji tirsan nikarin li çavê parêzeran binêrin. Baweriya bi darazê nemaye lê herî zêde ev derdor guh nade vê. Ev jî balkêş e. Ji ber ku daraz hem berdewamiya cezayê hem jî amûra tirsandinê ye. Em niha tên tirsandin û wisa tên birêvebirin. Beşeke mezin a civakê ji her tiştekî ditirse û bi tirsa ‘dê tiştek bi serê min were’ dengê xwe nake. Di esasê xwe de peywira daraza niha ev e.”    MA / Omer Îbrahîmoglû