Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in 2025-11-20 09:38:15 AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku pêvajoyê li girtîgehan bandor nekiriye û divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.    Di rojevê de tehliyeya girtiyan tê nîqaşkirin lêbelê li girtîgehan tundî û binpêkirinên mafan didome. Hevseroka Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekînê destnîşan kir ku hêj li girtîgehan binpêkirinên mafan didome.   ‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ PÊK WERE’   Pinar Sakik Tekînê destnîşan kir ku ji despêka pêvajoyê heta niha dewletê li girtîgehan tu gavek neavêtiye û gavên Tevgera Azadiya Kurd rêz kir. Herwiha Pinar Sakik Tekînê, qala daxuyaniyên Devlet Bahçelî ya “mafê hêviyê” û ya “ez ê bi 3 hevalên xwe re biçim Îmraliyê” kir û got divê êdî Bahçelî van gotinên xwe bixe meriyetê.   Pinar Sakik Tekînê, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan didome û berî pêvajoyê li girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê nebû jî piştî pêvajoyê binpêkirinan rûdane. Herwiha Pinar Sakik Tekînê, destnîşan kir ku li girtîgehan girtî di mercên dijwar de dijîn û binpêkirinên wek şewata înfazê, astengiya tehliyeya girtiyên nexweş û gelek mafên din tên binpêkirin.    PÊVAJOYÊ LI GIRTÎGEHAN BANDOR NEKIRIYE   Pinar Sakik Tekînê, rave kir ku pêvajoyê bi tu awayî li girtîgehan bandor nekiriye û ev tişt got: “Her roj soza aştiyê tê dayîn lêbelê bêparmayina girtîgehan mirov xemgîn dike. Em hêvî dikin ku tavilê pêvajo li girtîgehan bandorê bike. Li ser vê axê ji bo pêkhatina aştiyê gava yekemîn di girtîgehan re derbas dibe. Lewra mercên wan ên giran û binpêkirinên mafan hêviya derve jî qels dike.”   ‘TECRÎD DIDOME’   Pinar Sakik Tekînê, diyar kir ku mercên tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şexsê rêzdar Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan û civakê tecrîda giran didome. Rêzdar Abdullah Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê û îradeya milyon kesan e. Berî her tiştî divê mercên wî yên fîzîkî bê başkirin. Bendewariya gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Divê dewlet bendewariya milyonan bi cî bîne.”     MA/ Fethî Balaman