Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-11-22 16:19:01   BEDLÎS - Siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovn Şevket Epozdemîr ê ku dema Serokê DEP'ê yê Tetwanê bû hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Parêzveanê mafê mirovan parêzer Şewket Epozdemîr ê di 1993'yan de hat qetilkirin, bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê û rêxistinên navçeyan, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Bîranîn li Goristana Karşiyakayê ya Tetwanê hat lidarxistin. Malbata Epozdemîr û hezkiriyên wî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn.    Girseyê li têketina goristanê dirûşmeya "Şehîd Namirin" berz kir.    Piştî axaftinên li ser gorê, kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Epozdemîr.