ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN 2025-11-24 09:00:57   * Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilat Helbest Remzbar Qendîl, diyar kir ku yek ji meseleya divê ew qezenc bikin jî azadiya Rojhilat û jinên îranî ye û got: “Divê jin bizanin ka dê di kîjan qadan de têbikoşin. Ev, amûra şoreşê ye.”    * Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike.    * Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc ên li dijî zextên siyasî, zehmetiyên aborî û cihêkariyên çandî têdikoşin, îlhama xwe ji têkoşîna jinên Kurd digirin û got: “Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar qebûl kirin.”    * DEM Partî dê di navbera 6-7’ê Kanûnê de bi beşdariya gelek kesayetên di qada navneteweyî de naskirî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe.    * Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.”    * Rêveberên DEM Partiyê yên Balikesîrê biryara komîsyona li Meclisê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin û gotin ew di wê baweriyê de ne ku yên li dijî çûna Îmraliyê jî di demên pêş de piştgiriyê bidin pêvajoyê.    * Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.”    * Siyasetmedar Selma Irmak, helwesta CHP’ê ya li dijî çûna Îmraliyê weke nederbaskirina kompleksa neteweya serdest a sedsal in didome nirxand û weke “xeletiya dîrokî” nirand.    *Jinên TJA’yî ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ê bi ruhê seferberiyê bersivê bidin polîtîkayên jinan tune dihesibînin.”    * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.    * Li gelek bajaran dê çalakiyên 25’ê Mijdarê bên lidarxistin. (12.30-19.00)    * Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa OHD’a Amedê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi sernavê “Polîtîkayên qirkirina jinê û cureyên tundiyê” semînerê li dar bixe. (15.00)