'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’ 2025-11-24 12:43:37 EDENE - Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.”     Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 22’yê Mijdarê de li Edeneyê bi tevlibûna beşdarên ji 14 bajaran mitîngeke mezin li dar xist. Kesên tev li mitîngê bûn, bertek nîşanî CHP’ê dan ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re endamên xwe rênekir.    Ji beşdaran Fatma Çig îşaret bi banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan kir û got: “Wan bi xwe ji bo Rêbertiya me gotin ‘Em ê bînin Meclisê.’ Lêbelê di vê mijarê de hêj gavek neavêtine. Her gotina wan vala çû. CHP’ê bi neşandina wekîlan re xeletî kir. Divê CHP ji bîr neke ku yên dengê wan bilind kirî em in. Lêbelê weke encam tiştek ji CHP’ê derneket. Pêvajo niha baş naçe. Ji bo baş biçe divê gelê me bibe yek. Em dixwazin rêbertiya me bînin Meclisê. Bila bi wî re hevdîtin were kirin. Bila CHP û AKP me nexapînin. Em ne Kurdên berê ne. Êdî kesek nikare Kurdan bixapîne. Em dixwazin pêvajo baş pêş bikeve.”    DAXWAZA AŞTÎ Û AZADIYÊ   Ayşe Alagaşê jî anî ziman ku CHP’ê qebûl nekiriye bi muxatabê esasî re hevdîtinê bike û ev yek şermezar kir. Ayşe Alagaşê got: “CHP bi xêra Kurdan rabû ser pêyan. Lêbelê divê bizane ku dê Kurd deng nedin wan û wan dîsa bixin. Heke CHP li Kurdan û demokratan nezivire, dê dîsa bikeve û divê baş bi vê bizane. CHP bila êdî dawî li lîstikên xwe yên ser Kurdan bîne. Em pêvajoya Rêbertiya me daye destpêkirin pir erênî dibînin. AKP û MHP pêvajoyê dirêj dikin. Sedema vê çi ye? Gerîlayan çekên xwe şewitandin. Xwe paşve kişandin; ev ne gavên jirêzê ne lê aliyê din gavan naavêje. Bawer bikin ew nikarin Kurdan bixapînin. Kurd nakevin. Em ê xwedî li berxwedana xwe derkevin. Em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em dixwazin Rêbertiya me azad bibe. Em dixwazin bi azadî zimanê xwe biaxivin. Gerîlayên azadiyê li çiyê têdikoşin û aştiyê dixwazin. Lê dewlet li cihê ew xwe jê vedikişînin qereqolan çêdike. Em dixwazin dewlet jî xwe ji wan herêman vekişîne. PKK şer naxwaz e; aştî û aramiyê dixwaze.”    'AŞTÎ BI GAVÊN YEKALÎ NAYÊ’   Mehdî Gunduz jî anî ziman ku ew dixwazin li gel maf û hiqûqê, her wiha gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze û wiha pê de çû: “Aştî, bi gavên yekalî nabe. Heke li gundekî şer di navbera du kesan de jî çêbibe, heta heqê her du aliyan neyê dayin aştî nabe. CHP di nava tirsê de ye. Nizane dê çi bike û mat bûye. CHP ji bo berjewendiyên xwe nêzî Kurdan dibe. Dibêje em demokrasî û mafên mirovan dixwazin lê dema mijar dibe Kurd, neyînî nêz dibe. Ev nêzikatiya wê xelet e. Heke aştî bibe dê ev ji bo CHP’ê jî baş be.”    'PÊDIVIYA VÊ XAKÊ BI AŞTIYÊ HEYE’   Seroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker jî got ku aştî ji bo hemû civak û gelan girîng e û got: “Li welatekî aştî lê heye pirsgirêka debarê, tundiya li dijî jinan nabe. Mirov, zarok ji birçînan namirin. Aştî, pêdiviya herî girîng e. Pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Weke ÎHD’ê em di her şertê li gel civakîkirina aştiyê ne. Divê em bikin ku tevahiya civakê aştiyê bixwaze û xwedî lê derkeve. Li gorî me CHP xelet nêz dibe. Girîng e ku di tevahiya pêvajoyê de cih bigire. Pêdiviya me tevan bi aştiyê heye.”