Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime? 2025-11-27 10:39:42 AMED – Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê tê ragirtin di nameyê de qala binpêkirinan kir û got: “Bîst û çar saet em bi kamerayan ve tên çopandin û di odeyên teng de 3 kes dimînin.”  Li Gîrtîgeha Hejmar 1 a Suluca ya Edeneyê, li dijî girtiyan binpêkirin didomin. Têkildarî binpêkirinan girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado, ji ajansa me re name şand. Ado yê ku di nameya xwe de qala çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û giringiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, diyar kir ku ew di nava mercên tecrîdê de pêvajoyê dişopînin û hewl didin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.    Ado, di berdewamiya nameya xwe de ev tişt got: “Em dizanin ku aliyên li dijî pêvajoyê hene. Cihê herî zêde zext lê tê kirin zindan in. Îdareya girtîgeha vir, sepanên keyfî yên li dijî pêvajoyê pêk tîne. Hinek ji van sapanan ev in:  * Me xistine nava cihên ku DAIŞ û FETO lê tên ragirtin, hinek hevalên me xistina nava girtiyên DAIŞ, FETO an girtiyên edlî. Ev rewş pêşî ji provokasyonan re vedi.   * Li ode û hucreyên me kamera bicîh kirine û bîst û çar saetan em tên şopandin. Qadeke taypet nemaye. Kameraya li hundir her derê dibîne. Ji ber kamerayê em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.    * Odeya em lê dimînin a 3 kesan e. Lêbelê ji du hucreyên yekkesî ve hatiye çêkirin û lê 3 ranza hatine danîn, hewşa wê nîne, penceraya wê venabe. Ji bo werzîşê cihê du gavan jî nîne. Em 3 kes, 24 saetên xwe di odaeyak mîna qefesê ku em jê re dibêjên tîpa bîrê de derbas dikin. Rojê tenê saetekî me derdixin hewşê ku ew jî girtiyên FETO, DAIŞ û girtiyên edlî bikar tînin.   GIRTIYÊN NEXWEŞ   * Hevalên me yên nexweş û kal; Celal Ercan, Fevzî Arslan, Haci Alagaş, Nûreddîn Polat li cem me ne. Avahiya mîmarî ya girtîgehê ji bo rewşa wan giran e. Ragirtina van hevalan ne wijdanî ye. Ji ber mercên niha rewşa wan a tendurisrtiyê girantir dibe.   JI BO RAYA GIŞTÎ BANG   * Ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev û derxistina pêlavan em naçin nexweşxaneyê, dema em diçin jî ji ber ku ferzkirina tedawiya bi kelemçe qebûl nakin, mafên me yê tedawiyê tê astengkirin. Me ev rewş hemû bi îdareyê re parve kir, lê heta niha gavên şênber ji bo çareseriyê nehatine avêtin. Ji ber niximandina kamerayê lêpirsînên disîplînê der heqê me de hat vekirin û di lêgerînan de odeyên me bi awayeke provokatîk serobin dikin. Em ji bo çareseriyê û hestiyariyê bangî raya giştî dikin.”    ‘ZEX ZÊDE BÛN’   Xwişka Mehmet Emîn Ado Ayşe Yildirimê li dijî binpêkirinan bertek nîşan da û ev tişt got: “Niha ji berk u 3 girtî di odeyên teng de tên ragirtin, nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Zext zêde bûne, xwarinên wan xirab e. Ev salek e birayê min ji vê rewşê bigazin e. Berê dema girtî di hucreyên yekkesî de bûn, zextên wiha nebûn. Piştî ku 3 kes xistin odeykî zext û şopandin zêde bûn.”      ‘BILA BINPÊKIRIN BIDAWÎ BIN’   Ayşe Yildirimê destnîşan kir ku girtî û malbatên wan bi pêvajoya aştî bawer in û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li gorî fikra me îdareya girtîgehê hewl dide ku pêvajoyê xira bike. Lewra li ser girityan zexteke zêde heye. Em ji vê pêvajoyê bawer dikin û hêvî dikin ku dê encamên baş bi xwe re bîne. Divê ev binpêkirin û zext bidawî bin.”   MA / Heval Onkol