13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike! 2025-11-28 10:52:46 ŞIRNEX - Bîlal Guzel ê ku apê wî Omer Guzel ji bo milkê wî werbigire û ew li nifûsê mirî qeydkirî ev 13 sal in nikare hebûna xwe bi fermî îspat bike.   Bîlal Guzel (38) ê ku di fermiyetê de li ser navê dapîr û bapîrê xwe hatiye qeydkirin û ji aliyê apê wî Omer Guzel (61) ku di fermiyetê de wek birayê wî ye, di mudiriyeta nifûsê de mirî hatiye nîşandayîn û ji ber vê yekê Bîlal Guzel 13 sal in ji bo hebûna xwe di fermiyetê de îspat bike têdikoşe. Bîlal Guzel ê ku di sala 1987’an de li gundê Bafê yê Hezex a Şirnexê ji dayik bûye, di nifûsê de li ser navê dapîr û bapîrê xwe hatiye qeydkirin. Jiyana Bîlal Guzel ê ku ji aliyê apê xwe Omer Guzel ve di 10’ê Kanûna 2012’yan de bi şahidiya 2 kesan li Mudiriyeta Nifûsê ya Hezexê wek mirî hatiye qeydkirin, serûbin bû.     Bîlal Guzel ê ku dema 5 salî bû ji aliyê apê xwe Omer Guzel ve bi rêya qaçaxî çûye Almanyayê û bûye welatiyê Almanyayê, ji ber nebûna zewaca fermî ya dayika wî Turkan Bozkurt û Mehmet Guzel, di fermiyetê de li ser bapîrê wî Abdullah û dapîra wî Bahriye Guzel hatiye qeydkirin. Li gorî îdiayê, apê Bîlal Guzel, Omer Guzel ê ku di fermiyetê de birayê wî ye ji bo ji mirasa bavê xwe yê rast Abdullah Guzel û bapîrê xwe Abdullah Guzel wernegire, bi şahidiya 2 kesan di sala 2012’yan de li Mudiriyeta Nifûsa Hezexê mirî qeyd kiriye. Omer Guzel ê ku îdia kiriye ku “Bîlal Guzel, di 20 Adara 1992’yan de li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê miriye lêbelê mirina wî di fermiyetê de nehatiye qeydkirin”, bi belgeyeke sexte ku wek ji vê fakulteyê wergirtibe, mirina Bîlal Guzel qeyd kiriye. Bîlal Guzel ê ku zewicandî û bê zarok e, ji ber nebûna warisê wî li ser navê birayê xwe îlama werasetê derxistiye.    BELGEYA SEXTE YA MIRINÊ    Bîlal Guzel ê ku li Almanyayê dijî, bi agahdarkirina birayê xwe Mûsa Guzel ê ku li Afyonkarahîsarê dijî ve agahdar bûye. Mûsa Guzel ê ku li ser navê birayê xwe çûye Mudiriyeta Tabû û Kadestro, di fermiyetê de mirina birayê xwe ji karmendan hîn dibe. Piştî vê yekê, Bîlal Guzel ê ku bi pasaporta Almanyayê tê Tirkiyeyê, serî li Dozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê dide û diyar dike ku ew dijî û der barê apê xwe gilî dike. Bîlal Guzel ê ku piştî gilîkirinê serî li Dadgeha Îdarî ya Hezexê dide, dixwaze ku îlama weraseta wî bê ragihandin, qeyda wî ya mirinê di nifûsê de bê betalkirin û verastkirin. Piştî lêkolÎnên DNA’yê yên Tiba Edlî hat tespîtkirin ku Bîlal Guzel, ji sedî 99.99 lawê Mehmet Guzel û Turkan Bozkurtê ye. Belgeya ku Omet Guzel îdia kiriye ku ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê wegirtiye û pêşkêşî dadgehê kiriye, di serlêdanan fermî ya bi nexweşxaneyê re sexte derketiye.    QALA MEXDURIYETÊN XWE KIR    Bîlal Guzel, diyar kir ku dosyaya wî du caran bi hincetên cihê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi şûn ve hatiye şandin û teserûfa wî ya li ser milkên wî hatiye rawestandin. Bîlal Guzel, rave kir ku ew bi pasaporta xwe ya Almanyayê ve dikare were Tirkiyeyê û ji ber nebûna nasnameya wî ya Tirkiyeyê nikare di fermiyetê de tiştekî bike. Guzel ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala mexdûriyetên xwe kir û got ew 13 sal in ji bo hebûna xwe îspat bike têdikoşe.   ‘JI BO DEST DEYNIN SER MILKÊN MIN WIHA KIRIN’    Guzel, diyar kir ku ew piştî 18 salan bi pasaporta Almanyayê ve hatiye Tirkiyeyê û ev tişt got: “Piştî mirina bapîrê min (Abdullah Guzel) ku di fermiyetê de bavê min e, ez hatim Tirkiyeyê. Cenazeyê wî min ji morga Afyonkarahîsarê teslîm girt. Me wî li Hezexê defin kir. Piştre ez gelek caran di navbera Almaya-Tirkiyeyê de çûm û hatim. Li Afyonkarahîsarê, zerfek ji min hat ku li ser navê min milk mabû (du statsyonên petrolê, daîreyek, malek). Piştî min ev milk li ser navê xwe qeyd kir apê min Omer Guzel ê ku di fermiyetê de birayê min tevî birayeke xwe û du şahidên din min di nifûsê de wek fermî nîşan da. Ji bo dest deynin ser milkên min ev yek kirin. Li gorî fermiyetê ez birayê wan im û nezewicandî me.”    ‘DADGEH BIRYARÊ NADIN’    Guzel, destnîşan kir ku piştî hay ji qeyda mirina xwe çêbûye çûye Afyonkarahîsarê û dozger jê re gotiye “ger tu di nava du rojan de nehata, dê milkên te ji dest biçûya” û wiha pê de çû: “Dozger, piştî îfadeya min girt berê min da dadgeha Hezexê. Min li Hezexê doz vekirim. Min pasaporta xwe nîşan da. Wê wextê nasnameya min a Tirkiyeyê hebû, min nîşan da. Niha ez nikarim nasnameya nû derxim. Li Tirkiyeyê di fermiyetê de ez mirî me. Dadgeran li min vguhdarî kir, danişîn her tim hatin taloqkirin. Gelek şande guherîn, şahid hatin guhdarîkirin. Dadgehên herêmî du caran biryar dan lêbelê ji Dadgeha Bilind doz vegeriya. Ev 13 sal in ez hewl didim ku ez îspat bikim ez zindî me. Dadgehên Hezexê nikarin biryarê bidin, dişîne Dadgeha Bilind ew jî dosyayê li dadgeha herêmî re vedigerîne.”   ‘JI BO GILÎKIRINÊ DIVÊ BERÊ EZ ZINDÎ BIBIM’   Guzel, rave kir ku wî ji ber biryara teserufa li ser milkên xwe gelek zirar dîtiye, ji bo bidawîkirina dozê bangî dadgeh kir û diyar kir ku ji bo ku karibe gilî bike divê ew “zindî" be û di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ez di rastiyê de dijîm, li pêşberî we me lêbelê di qeydên nifûsê de mirî me.”   MA / Emrullah Acar