Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin 2025-11-28 14:28:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên heq û hiqûqê yên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 10’emîn salvegera qetilkirina wî de bibîranîn, banga hevrûnê, ronîkirina cînayetê û cezakirina faîlan kirin.   Tahîr Elçiyê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê daxuyanî dide hat qetilkirin, bi munasebeta 10’emîn salvegera qetilkirina wî de bi daxuyaniyên rêxistinên heq û hiqûqê ve hat bibîranîn. Di bibîranînan de banga hevrûbûna bi raboriyê, cezakirina faîlan hat kirin.    RIHA    Li Rihayê şaxen Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li pêşberî Novada Parkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên Elçî hat gilgirtin û metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Ahmet Dogan ve hat xwendin. Dogan ev tişt got: “Tahîr Elçî, di demên tarî de jî bi şûnve gav nediavêt, rexmê îşkence, gefan li dû heqîqetê bû. Her tim ji bo ronîkirina cînayetên faîl nediyar, şewata gundan, binçavkirinan û binpêkirinên mafan pêşengî dikir. Mînaka herî xurt ê parêzvaniya heq bû.”   Dogan, destnîşan kir ku der heqê polîsên di dosyayê de dihatin darizandin biryara beraetê hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ev pêvajo, careke din nîşan da ku li Tirkiyeyê bêzakirin sîstematîk bûye. Niha doz li benda biryara AYM’ê ye. Ji encama vê dosyayê jî nebe wek ên din em bang dikin; li vî welatî daraza bilind êdî veguherîne mekanîzmayên bêcezakirinê divê di dosyaya Tahîr Elçî de biryarek ku heqîqetê derdixe holê bêdayîn.”   Elçî, bi daxuyaniyên li bajarên Edene, Mersîn û Hatayê hat bibîranîn.