Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin 2025-11-28 17:58:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza PKK'ê ya li Hamburgê de ku 2 çalakgerên Kurd tên darizandin, li ser daxwaza parêzerên wan, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî delîl hat pêşkêşkirin da ku girîngiya pêvajoya bangê were belgekirin.     Doza li ser Nihat Aşut yê ku di 12'ê Adara 2025'an de bi angaşta karûbarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarên Kiel û Lübeck yên Almanyayê dimeşîne hat girtin û çalakgerê Kurd ê din ê ku bi awayekî negirtî tê darizandin, ji meha Îlonê ve li Dadgeha Cezayê Giran a Hamburgê berdewam dike. Her du Kurd jî bi xala 129b ya Zagona Cezayê ya Alman tên darizandin, lê Nihat Aşut di meha Cotmehê de bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Di danişîna îro de, li ser serlêdana parêzerê wî Dr. Bjorn Elberling, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê ji aliyê serokê heyeta dadgehê ve hat xwendin.   Parêzer Dr. Bjorn Elberling daxwaznameyek nû ya delîlan kiribû ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê heyî were berçavgirtin.   Armanca daxwazê, wekî ku hate gotin, ew bû ku nîşan bide ku pêvajoya aştiyê ji aliyê alîyê Kurd ve bi cidiyet û bê dudilî tê meşandin.   Elberling bi taybetî tekez kir ku Rêber Apo bi eşkere destnîşan kiriye ku têkoşîna çekdarî wekî amûrek şer bi dawî bûye.   Li gel banga Abdullah Ocalan, agirbesta PKK'ê, biryara betalkirina wê ya di meha Gulanê de, merasîma şewitandina çekan û biryara vekişîna hêzên xwe yên çekdar jî hatin bîranîn. Herwiha agahî û belgeyên li ser tevlîbûna dewleta Tirk ya di pêvajoyê de jî hatin pêşkêşkirin.   Ji destpêka dozê ve, ew bi taybetî ji aliyê gelê ji Kiel û Lübeck ve tê şopandin. Di nav temaşevanên îro de malbata enternasyonalîstê Elman Konstantin Gedik jî hebû, yê ku di sala 2019'an de li Serêkaniyê şehîd ket.   Rûniştina pêşîn dê di 2'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a Hamburgê were dîtin. Tê payîn ku biryar heta dawiya vê salê were ragihandin.