Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir 2025-12-02 14:05:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku nifûsa li Herêma Federe ya Kurdistanê û li herêmên derveyî îdareya wê derket 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.    Encamên nifûsa giştî ya li seranserî Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê hate aşkerakirin. Li gorî encamên ji hêla Wezareta Plankirinê ya Iraqê bi raya giştî re parve kiriye, nifûsa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 46 milyon û 118 hezar û 793 ye. Li gorî daneyan, nifûsa li Herêma Federe ya Kurdistanê û herêmên Kurdan ên dikevin ber xala 140’an ku weke “herêmên binîqaş” tên pênasekirin, derket 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan. Ji nifûsa hatiye aşkerakirin 6 milyon û 519 hezar jê li Hewlêr, Silêmaniye, Dihok û Helebceyê; 3 milyon û 949 hezar û 983 kes jî li “herêmên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê” dijî. Kerkûk, Xaneqîn, Şengal, Mexmûr û Xûrmatû di nava van herêman de dimînin.