Navnîşana sînemaya azad 2025-12-07 09:04:58   QAMIŞLO - Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît diyar kir ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.   Komuna Fîlm a Rojava, kolektîfek e ku ji 14'ê Tîrmeha 2015'an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada sînemayê de dixebite. Komuna ku bi perspektîfa civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê hatiye avakirin, li dijî bişaftina çandî têkoşînê dide. Komuna ku bi armanca "afirandina sînemayeke azad" tevdigere, ji roja hatiye avakirin ve tiştên di Şoreşa Rojava de qewimîne ji bo perdeya spî vediguhezîne. Di heman demê de bîrekî ava dike.   Ligel atolyeyên sînemayê û bernameyên perwerdehiyê, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metraja dirêj dikşîne. Fîlmên "Ji bo Azadî" û "Kobanê" yên ku mijara wan berxwedana dîrokî ya Kobanê ye, projeyên komunê yên herî tên zanîn in. Komunê herî dawî fîlmê "Heval Birako" yê ku behsa têkoşîna rasteqîn a du birayên Êzidî yên hewl didin ji esareta DAIŞ'ê rizgar bibin dike û belgefîlma Hemo yê ku di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê dilîst, kişand.   Em bi Hevserokê Komuna Fîlm a Rojava derhêner Nûman Yîgît re li ser tiştên der barê komunê de tên meraqkirin axivîn.     DU RÊGEZÊN BINGEHÎN   Yîgît diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû jiyan li ser komunan hatiye birêxistinkirin û ew jî vê yekê esas digirin. Yîgît destnîşan kir ku du rêgezên bingehîn ên komunê hene û ev tişt got: "Yek ji van, xebatên ji bo çand, ziman û hunera vî gelî ya ku bi sedsalan e rastî asîmîlasyonê hatiye. Ya din jî nêzîkatiya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye."   JIN PÊŞENG IN   Yîgît destnîşan kir ku ligel Kurdan ew ji bo nîşandana çanda gelên din jî hewl didin û got ku jin pêşengiya komuna wan dikin û wiha pê de çû: "Komun parçeyekî vê şoreşê ye. Em nikarin xwe ji şoreşê cuda pênase bikin. Ev şoreş bi pêşengiya jinê pêk hat. Di her qadê de pêşengiya jinan heye. Jin di heman demê de rêgezên civaka exlaqî û polîtîk ava dikin. Hevalên jin di avakirina komunê de jî bi awayekî çalak cih girtin. Herwiha rola pêşengiyê dilîzin. Di demên dawî de derhêneriya hin xebatan jî jinan kir."   DI ŞERT Û MERCÊN ŞER DE HUNER   Yîgît bal kişand ser zehmetiyên xebatên sînemayê yên di şert û mercên şer de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû sînemager ji bo ku xwe baştir îfade bikin hawîrdoreke aram û bîstîqrar dixwazin. Lêbelê xebatên sînemayê tenê di hawîrdorên aram û bîstîqrar de çênabin. Carinan xebatên hunerî yên herî xurt di hawîrdoreke şer û nakokiyan de derdikevin holê. Her kes dikare di şertên rihet de tiştan biafirîne. Lê di şertên zehmet de hilberandin biqîmettir e. Ji sala 2011'an ve şer heye. Ambargoyeke aborî heye, zehmetiyên jiyanî hene. Çi dibe bila bibe sînema jî ji vê bandor dibe. Lêbelê şer, di demên dawî de êdî ji bo xebatên me ne asteng e. Em zehmetiyê dikişînin, dibêjin 'gelo', lê dev ji hilberînê bernadin. Di mercên şer de jî lazim e mirov heqîqeta vê civakê nîşan bide. Heke nebe, tu rol û mîsyona sînemayê namîne."   Yîgît destnîşan kir ku ew zehmetiyên aborî jî dikişînin lê ev ne asteng e li pêşiya xebatan. Yîgît destnîişan kir ku ew hewl didin bi şêwazeke kolektîf vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha got: "Em nikarin bibêjin em qet bandor nabin. Lê ligel vê yekê xebatên me didomin. Aborî pêdiviyek e lê tiştê esas ne ev e. Manewiyatek heye, hevrêtiyek heye."   BANGA LI SÎNEMAGERAN   Yîgît rave kir ku divê sînemagerên Kurd ên li deverên cuda tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin, bibîr xist ku ji ber vê yekê wan banga "Divê sînemagerên Kurd berê xwe bidin Rojava" kirine. Yîgît axaftina xwe wiha domand: "Gotineke Xelîl Dag heye: 'Divê sînemager berê xwe bidin çiyê.' Çiya ji bo me Kurdan metaforeke azadiyê ye. Gel ji berê ve ji bo parastina çand û zimanê xwe berê xwe daye çiyê. Divê sînemagerên Kurd jî berê xwe bidin azadiyê. Ev, di parastina çand û ziman de mijareke girîng e. Di sînemaya Kurdî de parçebûnek heye. Carinan em tên cem hev. Lê nîqaşên sînemayê û parvekirin têrê nake. Ji ber pirsgirêkên wekî şer û ambargoyê ev bang zêde bersiv nedît. Lê êdî her kes dikare van zehmetiyan li ber çavan bigire û were. Sînemaya Kurdî bi çêkirina çend fîlman bi pêş nakeve. Divê sînemager tenê ji bo hilberînekê jî neyên. Divê em tecrubeyên xwe parve bikin, ragihînin civakê. Sînema wisa bi pêş dikeve."   REXNEYÊN LI SER SÎNEMAYA KURDÎ   Yîgît pirsgirêkên sînemaya Kurdî jî nirxand û bal kişand ku Kurd heta niha bi mijarên wekî sînor, koçberî û mirinê bûne mijara sînemayê. Yîgît bal kişand ser rewşa sînemaya Kurdî ya li Îranê û got: "Nêzîkatiyek heye ku tenê aliyê êşê yê gel tîne ziman. Sînemaya Kurdî ne tenê çîroka sînor, koç û mirinê ye. Ligel vê, çîroka azadî û têkoşînê, çîroka berxwedana çandî ye. Sînemagerên Rojhilat divê vî aliyê gelê xwe jî bînin ziman. Divê karibin gavên wêrektir biavêjin."   Yîgît diyar kir ku her çend li Bakurê Kurdistanê tecrubeyek hebe jî di sînemayê de qutbûn û parçebûn heye û destnîşan kir ku sedema sereke ya vê yekê "mayîna di bin bandora dewletê de ye". Yîgît destnîşan kir ku xebata sînemayê divê ne tenê ji bo çêkirina festîvalan an jî bidestxistina ecibandina beşên desthilatdar ên sînemayê bê kirin. Yîgît anî ziman ku divê ew nêrîna ku berê xwe dide dewletê bê şikandin û di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê em berê xwe bidin çanda xwe."   Yîgît diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistana derfetên sînardar hene û wiha axivî: "Sînemaya Başûr, dema derfet û şertên heyî tên nirxandin, li paş parçeyên din dimîne. Dibe ku ev bi piştgiriya sînemayê ve jî girêdayî be. Gelek pirsgirêk hene lê beriya her tiştî divê ji rewşa teqlîdkirinê derkevin. Festîvalên li Silêmanî û Duhokê ji heqîqeta civakê dûr in. Sînema tenê bi şovê yan jî bi xalîçeyên sor bi pêş nakeve. Bi bedleyan û bi smokînan bi pêş nakeve. Li gorî min rexneya herî mezin ev e. Vegereke li cewhera xwe hewce ye. Budçeyên mezin ên ji bo van festîvalan tên veqetandin heke ji sînemageran re bên veqetandin dê sînema hîn bêhtir bi pêş bikeve."   Yîgît anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di xebatên sînemayê de gelek kêmasî hene û got: "Kêmasiya me ya herî mezin ew bû ku me nikaribû mirovan bêhtir perwerde bikin. Bi komên din re ruhekî kolektîftir dikaribû bê avakirin. Ji niha û pê ve em hedef dikin ku vî ruhî ava bikin û bêhtir hilberînê bikin."   'EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ ŞOREŞÊ'   Yîgît balkişand ku wekî komun ew dixwazin bibin "dengê gel û şoreşê" û diyar kir ku di vê di vê çarçoveyê de ew dixwazin bi her kesê ku dixebitin re bixebitin. Yîgît got ku ew dixwazin bi kesên ku dixwazin bi wan re bixebitin re di çarçoveya rêgezên komunê de bixebitin û di çarçoveya derfetan de ew dikarin her cure piştgiriyê bidin.   Sibê: Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'   MA / Azad Altay