Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê 2025-12-10 09:09:44 AMED - Derhênerê fîlmê "Aysha" yê ku gelek xelat wergirtine û ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê bûye namzet, Cengîz Akaygun got, "Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê."   3'yemîn Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Amedê, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr berdewam dike. Di festîval a 84 fîlm lê hatin nîşandan de heta niha 27 pêşandan hatin kirin. Di festîvalê de bi derhênerên beşdar re hevpeyvîn hatin lidarxistin.     Yek ji fîlmên ku di festîvalê de hat nîşandan, fîlmê Aysha bû ku ji gelek festîvalan xelatan wergirtibû û ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê bû namzed. Kurtefîlmê ku derhêneriya wî Cengiz Akaygun kiriye, ji aliyê sînemahezan ve jî gelek hate ecibandin. Çîroka fîlmê Aysha ya ku derhêneriya wê Cengîz Akaygun kiriye, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derbas dibe. Fîlm, balê dikişîne ser dayikek û 2 zarokên wê yên ku hewl didin ji êrişa li ser Efrînê birevin, çîroka fîlm li ser plana reva dayik û zarokên wê ya bi çarşevê ye. Aysha, çarşevê red dike û bi dayika xwe re di nava bombebarana balafirên şer û pevçûnê de, li baxçeyê paşiya malê plan dike ku bireve. Bavê Aysha ku biryara şer dide, di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest dide, dayik jî hewl dide zaroka xwe razî bike da ku ji vê rewşê xilas bibe.   Fîlm, li Mihrîcana Fîlman a Miami ya DYA'yê, Mihrîcana Fîlman a Dallasê û Mihrîcana Fîlman a Hoff a li Almanyayê hat lidarxistin xelat wergirt. Herwiha fîlmê ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê yên ku ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ve têne lidarxistin jî wek namzet hat nîşandan.   Derhênerê fîlmê Cengîz Akaygun ê ku beşdarî festîvalê bû, diyar kir ku ji bo wî beşdariya li Festîvala Fîlman a Amedê pir girîng e. Akaygun, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û rave ku ew ji Almanyayê beşdarî mihrîcanê bûye û ev tişt got: "Tevlibûn ji bo min rûmetek mezin e. Ji bo derhênerên Kurd mihrîcaneke girîng e. Ji bo sînemaya Kurdî pir girîng e. Ev mihrîcan rê li pêşiya pêşketina sînemayê vedike. Divê ji bo ku Amed bibe paytexta sînemayê jî, di nava yekitiyê de xebatek bê kirin. Dikare ji hemû festîvalên heyî sûd werbigire. Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê. Li Kurdistanê gelek bûyer hene ku bibin mijara fîlman. A girîng ew e ku em li ser wan bixebitin."   Akaygun anî ziman ku dema ew 8 salî bûne koçî Almanyayê kirine û wiha axivî: "Mijara nasnameyê her dem mijarek e ku bala min dikişîne. Fîlmê Aysha bi rastî behsa pirsgirêka koçberiyê dike. Mijara wê nasnameya Kurdî vedibêje. Çîroka pevçûnekê ye ku di navbera dayik û keça wê de diqewime. Behsa nîqaşa dema revê dike. Behsa koçberiya bi darê zorê dike. Di gelek festîvalan de cih girt û xelat wergirtin. Ew veşartina nasnameya xwe li ser sembolê rave dike."   Akaygun diyar kir ku ew ê di kişandina fîlman de berdewam bikin û ji bo temaşekirinê sînemahez vexwend festîvala ku heta 14’ê Kanûnê berdewam bike.   MA / Mujdat Can - Fethî Balaman