Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin HATE NÛKIRIN 2025-12-12 12:44:57 ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re axivî û got kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê de ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake. Şandeya Dem Partiyê jî got divê verastkirinên qanûnî ji bo aştiyê sûdewer bin.    Endamên Şandeaya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol çûn serdana Serokê Giştî ê Partiya DEVA’yê Alî Babacan. Piştî hevdîtina li Navenda Giştî ya DEVA'yê, daxuyaniyeke hevpar hat dayin. Babacan, di daxuyaniyê de got ku ew têkildarî plankirina qonaxa nû ya pêvajoyê û têkildarî tiştên ji bo serkeftina wê pêwîst şêwirîne.    ‘DIVÊ HEMÛ ALÎ HIŞYAR TEVBIGERIN’   Babacan, anî ziman ku niha di qonaxeke girîng de ne û wiha domand: “Êdî komîsyon rapora xwe amade dike. Divê pêvajo çawa bimeşe û li ser xebatên verastkirinên zagonî xebat tên kirin. Em ê heta yek du rojan rapora xwe amade bikin û pêşkeşî Serokatiya Meclisê bikin. Yek ji partiya ewil piştgirî daye pêvajoyê em in. Karekî zehmet e lêbelê wekî min gotibû ‘heke îxtîmala çareseriyê ji sedî 5 jî be em ê piştgiriyê bidin wê îxtîmalê.’ Ji wê rojê heta niha jî em piştgiriyê didin. Di pêvajoyên çareseriya şer de rewşa siyasî û civakî girîng e. Ev rewş çiqasî baş be, ewqas baştir dibin. Dema ev rewş xera dibe, pirsgirêk zêde dibin. Lewma divê hemû alî di gotinên xwe de hişyar tevbigerin.”    'EM DIXWAZIN ERDOGAN CIVAKÊ AGAHDAR BIKE’    Bi domdarî Babacan, anî ziman ku kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê de ew e ku serokkomar têkildarî pêvajoyê civakê agahdar nake û wiha pê de çû: “Ji ber ku weke serokê dewletê, yekser vê pêvajoyê birêve dibe. Her qonaxa wê dişopîne û bi fermanên xwe birêve dibe. Piştî temamkirina raporê, divê komîsyon di mijara naveroka raporê de xebateke baş a pêwendiyê bike. Dê mijarên zehmet bibin rojev û rêya derbaskirina vê astengiyê jî ew e ku gel were agahdarkirin. Divê sedema van gavan baş werin vegotin. Me tişta ji dest dihat kir û dê bikin. Lê em li bendê ne ku birêz Erdogan gel bêhtir agahdar bike.”    'LI GORÎ ME VE DIVÊ VERASTKIRINÊN ZAGONÎ BÊN KIRIN’    Pervîn Buldanê jî anî ziman ku ew gelek qîmetê didin piştevaniya Partiya DEVA’yê û got: “Di vê hevdîtinê de jî fikrên xwe yên biqîmet parve kirin. Em dikarin bibêjin qonaxa ewil temam bû û derbasî qonaxekî nû bûn. Tiştên diviyabû di qonaxa ewil de bihatina kirin hatin kirin. Komîsyonê şandeyek amade kir û şand Îmraliyê û hevdîtineke girîng kir. Li gorî me niha jî dora verastkirinên zagonî ye û divê gavên lez bên avêtin. Pêdiviya me bi zagona aştiyê heye da ku pêvajo bi ser keve. Li gorî me girîng e ku zagon di demekî nêz de derkeve. Em piranî li ser vê sekinîn. Dê bi birêz Bahçelî û partiyên din re jî hevdîtinan bikin. Herî dawî jî em ê bi serokkomar re hevdîtinê bikin.”   MUTABEQETA SIYASÎ Û PIŞTGIRIYA CIVAKÎ YA BERFIREH  Mîthat Sancar jî ev tişt anî ziman: “Hevdîtineke berhemdar bû. Me pêşniyarên hev guhdarî kir. Ji bo aştiyê divê mutabeqeta siyasî û piştevaniya civakî were berfirehkirin. Hedefa me ev e. Zehmetiyên xwe jî hene lêbelê em bawerin ku dê bi ser kevin. Hewceye verastkirinên zagonî ji bo pêvajoya aştiyê sûdewer bin.”