Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin 2025-12-13 10:27:58   AMED - Fîlozofê Amerîkî Todd May, peyamek piştgiriyê ji bo pêvajoyê şand û got: "Ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û muxatabên wê ve hatiye destpêkirin, deriyê pêşerojeke demokratîktir ji bo gelê Tirkiyeyê vedike; divê hemû alî ji vê derfetê sûd werbigirin."   Peyamên piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, berdewam dikin. Fîlozofê Amerîkî Todd May ku peyam ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand, diyar kir ku divê ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û muxatabên wê ve hatiye destpêkirin, baş were bikaranîn.   Peyama Todd May wiha ye: "Ez ji welatekî ku demeke dirêj e di bin desthilatdariya otorîter de ye dinivîsim; ez dixwazim piştgiriyê bidim û teşwîq bikim ku pêvajoya aştiya demokratîk a di navbera Tirkiye û gelê Kurd de çêbibe. Ji bo demeke pir dirêj, gelê Kurd li Tirkiye û deverên din bi neheqî û vederkirinê re rû bi rû maye û ji beşdariya demokratîk bêpar maye. Ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û hevpîşeyên wî ve hatiye destpêkirin, deriyê pêşerojeke demokratîktir ji bo gelê Tirkiyeyê vedike; divê hemû alî ji vê derfetê sûd werbigirin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim di avakirina pergaleke demokratîktir û berhevkirina fêkiyên wê de."   TODD GIFFORD KÎ YE?   Todd Gifford May, di 13'ê Gulana 1955'an de li New Yorkê, DYA'yê, ji dayik bûye, fîlozof û nivîskarekî siyasetê yê Amerîkî ye.