Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî 2025-12-14 09:51:46 ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê, komuna "Koma Zanîngeha Katîp Çelebî ya Kurdî" ava kirin. Xwendekaran, têkildarî komunê got: "Bila xwendekarên din jî bibihîsin û di navbera xwe de komunan çêbikin."  Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî derbasî qonaxeke girîng bû. Di qonaxa heyî de yek ji rojeva girîng jî statuya qanûnî ya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Hem li bajarên bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê daxwaza ji bo statuya zimanê Kurdî her ku diçe zêde dibe. Di demekî ev nîqaş didomin de xwendekarên Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê, Koma Zanîngeha Katîp Çelebî ya Kurdî ava kirin û dest bi xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî kir.    Endamên komunê Firat Demîr û Sedef Poyrazê têkildarî xebatên xwe axivîn.    'KOMA AVA KIRÎ KOMUNEKE BIÇÛK E’              Firat Demîr, diyar kir ku ziman, çand û bîra gelê Kurd bi hezaran sala ye li erdnîgariyeke berfireh bi pratîkên jiyaneke komunî teşe girtiye û ji kêliyên ewil ên ziman heta niha ziman ne tenê weke amûrekî pêwendîdanînê lêbelê bi rola amûra domandina bîrê jî rabûye. Demîr, anî ziman ku tevî polîtîkayên zext, înkar û bişavtinê jî Kurdî kariye xwe biparêze û got: “Tişta ku Kurdî gihandiye van rojan û hebûna wê parastî, jiyana rêxistinkirî û komunî ya gel e. Ji hewldanên şexsî yên ji bo parastina hebûna ziman û çandê zêdetir, berxwedana kolektîf a civakê, hilberandina hevpar û piştevaniyê ev yek dabîn kir. Di vê çarçoveyê de, hewceye mirov komunê ne tenê hatina cem hev a fîzîkî, divêtin weke zemîna hevpariyeke hestî, çandî û zêhnî bibîne. Divêtin komun weke hizîrîna bi hev re, hilberandin, nîqaş, veguherandina hev û sazûmankirina piştevaniyê bibîne. Bi vê boneyê, komuna xwendekaran a ziman, çand û hunerê, Koma Zanîngeha Katîp Çelebî ya Kurdî em weke berdewamiya xetekî dîrokî dibînin û bi vê zanebûnê jî xebatên xwe dikin.”    Di berdewama axaftina xwe de Demîr da zanîn ku ew bi nasnameya xwe ya ciwantiyê daxilî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibin û dixwazin daxwazên xwe bêhtir berbiçav bikin. Demîr, got: “Hewldana me ji bo wê ye ku bi xebatên xwe daxwazên xwe bêhtir xuyanî bikin û di pozîsyoneke pêvajoyê pêşve dibin ce bin. Bi nasnameya xwe ya ciwan dixwazin van xebatan bidomînin û bixin rojeva civakê. Dixwazin hemû aliyên vê feraseta xwe di nava xwendekaran de belav bikin. Xebatên me li ser vê esasê pêş ketin. Hewceye koma me li hev civandî, weke formekî çandê ya komunê were nirxandin. Ji ber ku xebatên çand, ziman û hunerê, ji amûrên herî bingehîn ên îradeya pêkvejiyanê ya gel in. Lewma, koma me ava kiriye, di qada çandê ya civaka exlaqî-polîtîk de komuneke biçûk e.”    'DIVÊ ZANÎNGEH XWE BIRÊXISTIN BIKIN’                                 Sedef Poyraz jî têkildarî komê axivî û got ku armanca wan a ji vê ew e ku ciwanên Kurd, bi taybet jî bala xwendekaran bidin ser ziman, çand, dîrok û wêjeyê. Sedef Poyrazê wiha domand: “Beriya niha tirs hebû. Tirsek hebû ku kesekî ci nava civakê yan jî li kolanan nedigotin ‘Em Kurd in û em hene.’ Me nedikariya bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me di nava malê de hefsî dibû û ji civakê dûr dima. Her wiha, zimanê me paşde dima. Ev tirs îro hinek kêm bûye. Hêviya me ew e ku em êdî vê tirsê ser xwe biavêjin. Em ê zimanê xwe bikin zimanê zanist, civak û perwerdeyê. Hêvî dikin ku bi van gavên tên avêtin re zarokên me êdî bi zimanê xwe perwerde bibin. Divêtin her kes vê weke erka xwe bibîne û vî barî li xwe bigire. Pêwîst e li zanîngehan, li dibistanan em xwe birêxistin bikin û li ser vê mijarê xebatan bikin. Bila xwendekarên cuda û zarokên me jî bibihîsin û di navbera xwe de komunan ava bikin. Divê em li ser medyaya dijîtal dengê xwe bidin bihîstin. Hewce bike em ê ji wan re bibin alîkar. Weke mînak, em ê rê nîşanî wan bidin û jê re pirtûkan bişînin.”