Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn 2025-12-17 22:00:42 AMED - Li Amedê bi munasebeta 29'emîn salevegera koça hunermenda Kurd Ayşe Şanê bernameya bibîranîne hat lidarxistin.     Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Konservetuar a Aram Tîgran û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi munasebeta 29'emîn salvegera mirina hunermenda Kurd Ayşe Şanê bernameya bibîranînê li dar xistin. Di çarçoveya bernameyê de lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu lîstika “Ez Ayşe Şan” jiyana Ayşe Şan, li eywana çandê ya şaredariyê lîst. Bernameya ku li Hêwana Çandê ya Alî Emîrî hat li darxistin tevî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên meclisa şaredariyên navend û navçeyan, lîstikvanên Koma Hinek Henek, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), malbata Ayşe Şan û gelek nûnerên saziyên sivaka sivîl tev li bîranînê bûn. Herwiha dîwarên hêwanê bi wêneyên Ayşe Şan, bi qurnefîl û bi findan hati xemilandin.     Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di bîranîna hunermend Ayşe Şan de axivî got: “Taybetmendiya îro gelek e û girîng e. Ev eywan bi tayînkirina qeyiman hatibû tarûmarkirin. Lê hê jî em hewl didin ku kiryaren qeyiman paqij bikin. Lê me avakirina vê eywanê bi dawî kir û îro jî bû nisîbê lîstika bîranîna Ayşe Şan. Dîsa em wê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin”     Lîstikvan Berfîn Zenderlîoglû ya ku lîstîka jiyana Ayşe Şan lîst got: “Ji ber vê lîstikê ez gelek spasiyên xwe ji Zeynebê re dişînim. Ez îro jî bi lîstika Ayşe Şan gelek kêfxweş im. Ayşe Şan ji bo min gelek bi qîmet e. Divê em xwedî li hunermendên xwe derkevin.”   Piştî bername bi dawî bû, hat gotin ku dê sibê jî bernameya bîranînê bê lidarxistin û wê biçin ser gora Ayşe Şan û piştre jî dê êvarê bi konserekî bi dawî bikin.