Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin 2025-12-18 15:44:58   DÊRSIM - Li Dêrsimê li dijî sansur û tundiyan Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin.   Rojnamegerên li Dêrsimê ji bo piştevaniya li dijî zêdebûna tundiyan û hewldanên sansurê xurt bikin Platforma Rojnamegaran a Dêrsimê damezirandin. Platformê di daxuyaniya xwe ya têkildarî damezirandinê de ev tişt got:“Medyaya xwecihî, li dijî tundiya aborî û siyasî di qadeke teng de ji bo hebûnê têdikoşe. Rojnamegerî, berpirsiyariya şopandina heqîqetê, parastina bîra civakî û agahdarkirina cemaweriyê ye. Ev berpirsiyarî tenê bi piştevanî, bi hişmendiya kolektif û rêgezek hevpar ve xurt dibe. Bi vê hişmendiyê em ji cemaweriyê re damezirandina Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê radigihînin.”    TORA PIŞTEVANIYÊ   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku platform ji bo hemû rojnameger, edîtor, kameravan û hemû xebatkarên medyayê yên li Dêrsimê tora piştevaniyê ye û wiha hate diyarkirin: “Em wek hempîşeyên ku di saziyên cuda de lê li ser bawermendên heman nirxî; em armanc dikin ku rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, lêgerîna heqîqet û berpirsiyariya civakî xurt bikin.”   Platformê armanca xwe bi van sernavan rêz kir: “Azadiya îfadeyê ya çapemeniyê, parastina mafê ragihandinê yê gel, nîşandana helwesta hevpar a li dijî tundiya li ser rojnamegeran û li dijî sansur û mobbîngê, parastina exlaqê pîşeyî û rûmeta rojnamegeriyê.”