Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir 2025-12-19 09:54:39 AMED - Veysî Aktaş, xwest ku her kes bi berpirsyarî nêzî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe û banga tevlibûnê kir.    Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga “Hêvî û Azadî” li dar bixe. Veysî Aktaş ku di 25’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan, xwest ku gel bi berpirsyarî nêzî mitîngê bibe û banga tevlibûnê kir. Aktaş, anî ziman ku ji bo Abdullah Ocalan bikare muzakereyan di şertên azad de bike ev mitîng girîng e û wiha domand: “Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê dê bi roleke baş rabe. Lewma jî em di wê baweriyê de ne ku bi dirûşma ‘Azadiya gelê Kurd azadiya Rêbertiyê ye; azadiya Rêbertiyê azadiya gelê Kurd e’ nêz bibin û tevli bibin.”    'BICIHANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ DÊ BAWERIYÊ AVA BIKE’    Di berdewamê de Veysî Aktaş got ku ev mitîng ji bo jiyanîkirin û pratîkkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan dest pê kiribû dê bibe gavekî ewil û got: “Lewma divê gelê me bi berpirsyarî nêz bibe. Di wê baweriyê de me ku dê ev mitîng dê rê li ber pêşketina gavên siyasî û hiqûqî veke. Ji ber ku qada siyasetê erk û berpirsyartiya xwe bicih nayîne, di nava civakê de bêhêvîtî û bêbawerî heye. Daxwaza gel ew e ku ji bo sermuzakerevan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û merc bên avakirin ku bikare di şertên azad de siyasetê bike. Avêtina gavekî wiha û bi taybet naskirina mafê hêviyê dê baweriya gel xurt bike û bike ku xwedî li pêvajoyê derkevin.”