Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye 2025-12-20 15:17:21       ENQERE - Dermankirina rojnamevan Aykol ku zêdetirî du mehan e di beşa lênihêrîna awarte de ye, bi antîbiyotîkan didome.    Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku di 14'ê Cotmehê de li malê xwîn çû ser mêjiyê wî û ew rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê, didome. Aykol ku li nexweşxaneyê cara sêyan xwîn çû ser mêjiyê wî, du meh û 6 roj in di beşa lênihêrîna awarte de ye.   Bijîşkan ragihand ku rewşa wî wekî berê ye û bi awayekî stabil didome.