Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-12-21 14:42:20 WAN - Ji bo endamê HPG’ê Sedat Işik mewlîd hate dayin û mewlîd bi girseyî hate ziyaretkirin.  Endamê HPG’ê Sedat Işik (Elîşêr Feraşîn), di 24’ê Kanûna 2019’an de li Girê Amediyê yê Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Işik, li Mizgefta Hz. Osman a Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mewlîd hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristanê Windakirin re (MEBYA-DER) çûn serdana mewlîdê.    Girseya ku li cihekî nêzî mizgeftê kom bû, heta cihê mewlîdê bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û bi tililiyan meşiya.    Bernameya mewlîdê bi kirina duayan bi dawî bû.