Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir 2025-12-21 16:05:51 ENQERE - Malbatên kesên di erdhejên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane, li dijî madeya 27’an a Daraza Paketê ya 11’an, li Enqereyê dest bi çalakiya nobeta edaletê ya sê rojan kir.    Platforma Malbetên li Pey Edaletê ku ji hêla malbatên kesên di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan pêk tê, li dijî madeya 27’an a Paketa Darazê ya 11’emîn li Enqereyê dest bi nobeta edaletê ya ji bo sê rojan kir. Di çalakiyê de pankartên “Efû tune ye, edalet heye”, “Efûya cînayetê nîne” û “Me 6’ê Sibatê jiya, Madeya 27’an qebûl nakin” hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran wêneyên xizmên xwe hilgirt û ber bi Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ve meşiyan. Polîsan hewl dan malbatan asteng bikin. Wekîlên DEM Partî, CHP û TÎP’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakvanên ku dirûşma “Bêdengî tune ye, efûkirin tune ye, hevhelalkirin tune ye” berz kir, astengiyên heyî derbas kirin û meşa xwe domand.    Malbatên tev li çalakiyê bûn, gotin ku heke Madeya 27’an a Paketa Darazê were qebûlkirin dê gelek kesên berpirsyartiya wan di mirinên erdhejê de çêbûye bên berdan û bertek nîşan dan. Malbatan got ku dê vê madeyê qebûl nekin û gotin: “Heke ev madeye were qebûlkirin dê bêhna xwînê tu caran ser welat ranebe. Em qebûl nakin û hevhelal nakin. Di Sîteya Ebrarê de hezar û 480 kes hatin kuştin. Kesê ev kes kuştin dê were berdan. Ev şerm a kê ye? Ev neheqî ya kê ye? Em qebûl nakin û dê destûrê nedim.”    Wekîlê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî got: “Dema çûm Semsûrê min dît ku gel terkî êşên xwe hatibû kirin. Makîneyên kar di têketina bajêr de hatibûn sekinandin. Nedihiştin têkevin hundirê bajar. Û wê rojê dewlet ne li Semsûrê bû. Li hemberî kesên li edaletê digeriyan sekinî. Berpirsyar jî Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê ye ku digot ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye.’”    Piştî axaftinan, malbatan li Parka Cemal Sureya dest bi çalakiya nobeta edaletê ya ji bo sê rojan kir.