Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir 2025-12-22 16:34:29   ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan dest pê kir.    Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol a bi Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan re dest pê kir. Aslan û Wekîla EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca, şande li ber derî pêşwazî kir. Piştre jî derbasî eywana hevdîtinê bûn.