Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin 2025-12-26 15:55:02 NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Roboskî hat dayîn de, banga hevrûbûnê hate kirin. Li gundê Roboskiyê yê ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê ve 34 kesên ku ji wan 19 zarok bûn di bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê de hatibûn kuştin. Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera komkujiyê de li Amed û Dêrsimê hatin dayîn de banga hevrûbûnê hate kirin. Herwiha di vê çarçoveyê de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, pişniyarpirs pêşkêşî Meclisê kirin.   AMED Li Amedê, Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ber kantîna Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn û xwestin heya ber Fakulteya Fenê ji bo bîranîna qurbaniyan bimeşin. Di destpêka meşê de polîsan xwendekar dorpêç kir û paşê êrişî xwendekar û rojnamegerên ku meşê dişopandin kir.   Xwendekaran nerazîbûn nîşanî êrişê da û polîs neçar man ku destûra meşê bidin. Xwendekaran pankarta “Birîna Roboskî birîna me ye bîranina wê roniya me ye” vekirin. Di meşê de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Komkujiya Roboskî nayê bîrkirin”, “Ciwan dimeşin erd û ezman diheje” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.   Daxuyanî li ber derê Fakulteyê Fenê hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî Sîdar Kîye xwend, daxuyaniya bi Kurmancî jî Hozan Nas xwend.   Hozan Nas anî ziman ku Komkujiya Roboskiyê ne xeteyek bû û ev tişt got: “Şeva 28’ê Kanûna 2011’an de, li gundê Roboskiya ya girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê, 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn, yên ku ji bo debara xwe bazirganiya sînor dikirin, bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatin qetilkirin. Ev ne ‘xeteyek’ bû; ev encama polîtîkayên înkar û şer ên sîstematîk û mînaka herî dawî ya polîtîkayên şer ên li ser gelê Kurd bû. Ev 14 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Di salvegera 14emîn a komkujiyê de jî hawar dayikan hîna di guhên me de ne. Edalet hîna pêk nehatiye. Serdozgeriya Leşkerî got ‘xeteyeke mecbûrî’ bû û daraza sivîl dosyeyê girt, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hate redkirin. Bêcezahiştin berdewam dike; faîl tên parastin. Roboski, wekî xelekek ji zincîra komkujiyan a ku ji 33 Guleyan heta Dersimê, ji Pirsûsê heta Garê Enqereyê dirêj dibe, bêceza ma.”   Hozan Nas diyar kir ku sala 2025’an bûye sala hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û ev hêvî ji nû ve şîn bûye û wiha got: “Bi bangên aştiyê yên birêz Abdullah Ocalan, biryara PKK’ê ya çekdanînê, komîsyona ku di Meclîsê de hate avakirin û pêşveçûna rewşa bêşerî, di ‘Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk’ de gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo xwedî potansiyeleke wisa ye ku rêya aştiyê vedike û rêya şer digire. Lê belê, aştiyeke rastîn bêyî hevrûbûna komkujiyan û bi dijî derketina heqîqatan re ne pêkan e. gotina ‘aştiyê’ dê kêm bimîne. Hewldanên aştiyê yên 2025’an, ji bo dermankirina birînên mîna Komkujiya Roboskiyê fersendeke bêhempa ye. Divê bêcezahiştin bi dawî bibe ku komkujiyên nû çênebin; divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin ku lihevhatina civakî pêk were.”   Hozan Nas di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku rêya aştiyek mayînde li ser vê axê, di Roboskiyê re derbas dibe û wiha got: “Banga me ew e ku em wekî mirovên xwedî wijdan; me Roboski ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin! Hemû berpirsên komkujiyê, leşker, sivîl, siyasî, werin darizandin û cezakirin! Di pêvajoya aştiyê ya 2025’an de heqîqeta Roboskiyê bibe navend. Divê hevrûbûnek bi komkujiya Roboskî çêbibe û edalet pêk were! Pirsgrêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin; dawî li polîtîkayên şer were anîn! Em bejna xwe li ber bîranîna 34 qurbaniyên Roboskiyê bi rêzdarî ditewînin û êşa malbatan parve dikin. Werin em hêviyên aştiyê yên 2025’an bi edaleta Roboskiyê tacîdar bikin ku careke din zarok bi bombeyan nemirin. Ji bîr neke, nede jibîrkirin! Ji bo edaletê, ji bo aştiyê bibe deng!”   DÊRSİM   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, bi boneya qetlîmanên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila qetlîamên Mereş, Girtîgehan û ya Roboskî bên ronîkirin. Em edaletê dixwazin” hatin hilgirtin.   Endamê MYK a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di meha Kanûnê de binpêkirinên dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî jiyanê sîstematîk bûye û ev tişt got: “Sûcên li Mereş, girtîgehan û Roboskî hatine kirin sîstematîkbûna binpêkirina mafê jiyanê ya ji aliyê dewletê ve nîşan dide. Dewlet ji dêleva ku welatiyan biparêze, li dijî Kurd, Elewî û şoreşgeran bi domdarî polîtîkayên tundiyê sepandiye. Girtina dosya û parastina berpirsiyaran nîşan dide ku bêcezakirin bûye polîtîkayek sîstematîk a dewletê."   JI DEM PARTIYÊ PÊŞNIYARPIRS   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, têkildarî Komkujiya Roboskiyê pişniyarpirs pêşkêşî Meclisê kirin.