Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike 2025-12-27 10:37:16 ŞIRNEX - Velî Encu yê ku birayê xwe Serhat Encu di komkujiya Roboskiyê de winda kir, diyar kir ku ew ji ber ku li Roboskiyê edalet pêk nehatiye bi hêrs in û Nazmî Encu yê ku birayê xwe Şerafettîn Encu winda kir got: "Tenê aştî dikare êşa me sivik bike."   Çardeh sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûn ku zarok jî di nav de 34 kes li gundê Roboskî yê navçeya Qileban ya Şirnexê di 28'ê Kanûna  2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê, bi hinceta "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" lêpirsîn hat destpêkirin û biryara nepenîtiyê hat dayîn. Lê belê, di 11'ê Hezîrana 2013'an de, Serdozgeriya Giştî ya Amedê biryara "nebûna rayeyê" da û dosyeyê şand Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî. Piştî ku îtîraza parêzeran a li dijî vê biryarê hat redkirin, dosyeya lêpirsînê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin. Di 7'ê Çileya 2014'an de, Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê der barê dosyaya lêpirsînê de biryara "tunebûna lêpirsînê" da û îdia kir ku "Hêzên Çekdar ên Tirk ne sûcdar in." Ji ber ku piştî redkirina serlêdanê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve, rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn, 281 kesan ku ji xizmên 34 qurbaniyan pêk dihatin, di 23'yê Tebaxa 2016'an de serlêdanên takekesî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Lêbelê, ev serlêdan di 17'ê Gulana 2018'an de bi hinceta "belgeyên winda" hat redkirin. Tevî salên ku derbas bûne jî, hê kesek wekî berpirsiyarê komkujiyê nehatiye darizandin û di heman demê de malbatên ku li edaletê digerin hatin darizandin, cezakirin û girtin.   Li Roboskiyê ku edalet lê nehatiye bicihanîn, ne kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ne jî bûyerên ku qewimîne hatine jibîrkirin. Sibê, bîranîna salvegera komkujiyê ye ku dê li goristana Roboskî ji bo bîranîna kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bê lidarxistin, dê careke din bi daxwaza edaletê pêk were. Tê payîn ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bibin. Di salvegera 14'an a komkujiyê de, malbatên ku xizmên xwe winda kirine û ji bo edaletê têdikoşin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re li ser tiştên qewimîn axivîn.   ‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'   Serokê Komeleya Roboskiyê (ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de hat girtin-KHK) Velî Encu ku ji bo birayê xwe Serhat Encu û 33 kesên din ên hatin qetilkirin, têdikoşe heta niha bi dehan doz lê hatine vekirin. Di 24'ê Gulana 2019'an de, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Encu piştî 4 sal cezayê girtîgehê, di sala 2023'yan de serbest hat berdan. Encu diyar kir ku tevî salên di ser komkujiyê re derbas bûne jî, êşa wan wekî roja yekem teze ye û got: "Em bihêrs in. Sedema vê yekê ew e ku daxwaza me ya edaletê nehatiye bicîhanîn. Berê, desthilatê hin soz dabûn me û ev soz nehatibûn bicihanîn. Min bi xwe wê demê bi Erdogan re axivî û hin soz hatin dayîn, lê nehatibûn bicihanîn. 34 kes ji aliyê balafirên şer ve bi hovane hatin kuştin. Di salên ku derbas bûne de, ji bo aramkirina wijdanê malbatan tu gav nehatine avêtin. Berpirsiyar nehatine darizandin."   ‘EM AŞTIYÊ JI ROBOSKIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'   Encu behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin kir û got: "Dema ku me ji bo Roboskiyêê edaletê dixwest, me her tim daxwaza xwe ya aştiyê aniye ziman. Em wekî malbat bi dil û can Pêvajoya Aştî û Demokratîk dipejirînin. Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Her çend Kurd gavên pêwîst bavêjin jî, dewlet naavêje. Ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî dixwazin qetlîameke mîna Roboskiyê veşêrin. Divê dewlet bi rabirdûya xwe re rûbirû bibe. Divê qetlîama Roboskiyê li ser refikên tozî neyê hiştin. Bêyî edalet û aştiyê ji bo Roboskiyê, ne mimkûn e ku aştî û edalet were Tirkiyeyê. Werin em ji Roboskiyê dest bi avakirina aştiyê bikin. Sibê, di bîranîna li goristanê de, em ê careke din daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Em ê careke din biqîrin ku em nikarin dev ji têkoşîna xwe berdin. Em dixwazin sibê her kesî li cem xwe bibînin."   Semîre Encu ku kurê xwe yê 21 salî Selam Encu, xwendekarê pola sêyemîn ê Endezyariya Înşeatê, di komkujiyê de winda kir, destnîşan kir ku ger berpirsiyarên komkujiya Roboskiyê hesab bidana, gelek komkujiyên din çênedibûn. Semîre Encuyê got: "Ji Roboskîyê vir ve gelek komkujî çêbû-n. Roboskî dê qet neyê jibîrkirin. Ew hemû xwendekar bûn. Ez ne tenê dêya Selam im, diya 34 ciwanan im. Heta ku ez bijîm ez ê qet ji bîr nekim. Her çend 14 salên din jî derbas bibin, em ê ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê dev ji şopandina sûcdaran bernedin. Em spasiya gelê Kurd dikin ku di vê demê de me bi tenê nehiştin. Pêvajoyek heye û em, wekî malbat, bi dil û can piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Em ji pêvajoyê pir kêfxweş in, lê baweriya me bi AKP û CHP'ê tune. Em ji bo aştiyê hêvîdar in û em ji xwe bawer in. Sibê em ê careke din li goristanê bin. Em heta îro bi tenê nebûn û em naxwazin di pêşerojê de bi tenê bimînin. Bila yên ku hatine kuştin neyên jibîrkirin. Ger ez her tiştê ku me jiyan kiriye ji we re vebêjim, hevpeyvînek têrê nake."    Nazmî Encû ku birayê xwe yê 12 salî Şerafettîn Encu, xwendekarê lîseyê, di komkujiyê de winda kir, got: "Sûcdar hatin veşartin. Dewletê got 'FETO kir.' Yên ku hatin kuştin dê qet neyên jibîrkirin. Birayê min 12 salî bû û xeyalên wî hebûn. Lê ew berî ku lîseyê biqedîne hat kuştin. Em 14 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Tenê aştî dikare êşa me sivik bike. Ger aştî û aramî hebe, wê hingê em ê kêfxweş bibin. Em dixwazin tiştên baş biqewimin. Zarokên me hatin kuştin; bila zarokên tu kesî neyên kuştin. Ji bo vê yekê, divê dewlet gavên berbiçav bavêje."   MA / Emrûllah Acar